NAVENDA RAGIHANDINÊ YA QSD’Ê:
HÊZÊN ME LI DIJÎ ŞANEYÊN DAIŞ’Ê OPERASYON LIDAR XISTIN
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku hêzên wan li herêma Dêrazorê dest bi operasyoneke nû kirine.
Operasyona QSD’ê bi piştgiriya hêzên koalîsyona navnetewî li herêma Çemê Ecîd û Bakurê Rojhilatê Dêrazorê tê lidarxistin.
Operasyona ku li dijî şaneyên veşartî ên DAIŞ hatî destpêkirin dewam dike.
Navendê ragihandinê li ser operasyona li navenda bajarê Reqayê jî agahî par vekirin.
Di operasyonê de hêzên QSD’ê depoyeke veşartî ku tê de cebilxane heyî, derxistiye holê.
Li depoya li navenda bajêr hatî dîtin, gelek alavên eskerî û çek hatine desteserkirin.
Li gel alavên eskerî gelek mayinên ku ji bo teqînê amade jî hatine bêbandorkirin.