NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYÊ YA QSD’Ê:
BI ÊRIŞA HEWAYÎ YA ARTÊŞA TIRK 4 HEVALÊN ME LI TIL TEMIRÊ ŞEHÎD BÛN
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker doh navendeke meclisê leşkerî ya Til Temirê bombebarkirin.
Di êrişê de endama konseya Leşkerî ya YPJ’ê û endama konseya leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat, ji fermandarên meclîsa leşkerî ya Til Temirê Egîd Girkêlegê, şervanên şeclîsa leşkerî ya Til Temirê Rubar Hesekê û Seyfullah Ehmed şehîd bûn.
Navenda Rahihandin û Çameniyê ya QSD’ê li ser têkoşeriya her 4 şehîdan ev agahî dan.
Rêhevala me Sosin bi eslê xwe ji Efrînê ye.
Di tevahî pêngav û pêvajoyên girîng ên şoreşgerî de cihê xwe girt.
Weke fermandarek YPJê li hemberî terora DAIŞ û dagirkeriya Tirk bê rawestan têkoşiya.
Rêheval Egîd jî hîn di salên nû yên şoreşê de bi fedakariyek beşarî xebatên eskerî bû.
Bi kedeke mezin hewl da berpirsiyariyên xwe yên ji bo gelê me pêk bîne.
Rêhevalên me Rûbar Hesekê û Seyfûllah Ehmed jî eniyên şoreşê de bêyî teredut têkoşîna xwe meşandin.
Em di şexsê hevrêyên xwe de hemû şehîdên şoreşê û qehremanan bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên wan ên hêja re dixwazin.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;
Sosin Mihemed ni nasnav Sosin Bîrhat..
SOSIN MIHEMED
SOSIN BÎRHAT
DÊ Û BAV: ZEYNEP-HESEN
19’Ê TEBAXA 2021’Ê / TIL TEMIR
Peyvan Remedan bi nasnav Egîd Girkêlegê..
PEYVAN REMEDAN
EGÎD GIRKÊLEGÊ
DÊ Û BAV: FERCA-ELÎ
19’Ê TEBAXA 2021’Ê / TIL TEMIR
Elî El-Xerze bi nasnav Rûbar Hesekê..
ELÎ EL XERZE
RÛBAR HESEKÊ
DÊ Û BAV: NEÎMA-NAYIF
19’Ê TEBAXA 2021’Ê / TIL TEMIR
Û Seyfullah Ehmed bi nasnav Seyfullah Ehmed..
SEYFULLAH EHMED
SEYFULLAH EHMED
DÊ Û BAV: MUNÎFA-NEWAF
19’Ê TEBAXA 2021’Ê / TIL TEMIR