QIRKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ
ŞEWATA LI ÇIYAYÊ GABARÊ BERBELAV DIBE
Dewleta Tirk bi tu awayî hebûna gelê Kurd hezim nake.
Ji aliyekê ve êrişî destkeftiyên wê dike, li aliyê din jî xweza Kurdistanê talan dike.
Leşkerên dewleta Tirk a qirker ev 7 rojin agir bi daristanên li Çiyayê Gabarê xistiye.
Agirê ku li derdora gundê Bûnisra pêketibû heya herêma Derşêwê çûye.
Leşkerên dewleta tirk bi hinceta ewlehiyê nahêlê mudaxileyî şewatê bê kirin.
QIRKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ
LI DEVERA QAMIŞ A GEVERÊ KU GELEK CÛREYÊN ÇÛKAN LI XWE DIHEWÎNE ŞEWAT DERKET
Dewleta tirk a qirker ne tenê Çiyayê Gabarê xwezaya Colemegerê jî qir dike.
Li devera Qamîş a Nehîl ya Gever e,ku gelek cûrên cûkan li nav xwe dihewîne, şewat derket.
Ji ber mudaxele nehate kirin şewat berbelav bû.
Herêma Qamûş a Nehîl ku gelek cûreyên çûkan lê dijîn, sala 2019’an fermî weke qadeke xwezayî hatibû tomarkirin.
LI ŞIRNEXÊ QANÛNA MÊTÎNGEHIYÊ TÊ BIRÊVEBIRIN
JI BO TESÎSÊN KU ZIRARÊ DIDIN XWEZAYÊ RAPORA “ÇED’Ê NE HEWCE YE”
Li Şirnexê jî Qanûna Mêtîngehê tê Rêvebirin.
Dewleta tirk a dagirker ji bo tesîsên ku zirarê didin xwezayê rapora ‘ÇED’ê ne hewce ye’ dît.
22 tesîsên qirêj bi awayekî komî biryara ‘ÇED’ê ne hewce ye’ hat dayîn.