Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qirkirina xwezaya Kurdistanê: Li çiyayê Çelênimêja yê Şirnexê dewleta Tirk qira xwezayê tîne

 

QIRKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ
LI ÇIYAYÊ ÇELÊNIMÊJA YÊ ŞIRNEXÊ DEWLETA TIRK QIRA XWEZAYÊ TÎNE

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û erdnîgariya wî bi polîtîkayên qirkirinê radibe.

Ev dîmenên hun dibînin yên Çiyayê Çelênimêja ne.

Dewleta Tirk di bin çavdêriya eskerên xwe, bi rêya cerdevanên bajaroka Sêgirkê li herêmê daran dibire..

Ev hovîtiya li dijî xwezaya herêmê 15 roj e didome.

Bi tonan darên hatine birîn bi traktoran vedikêşin herêma Kenîsarkê.

Darên li vir kom dikin paşê bi kamyonan dibin derveyî bajêr û difiroşin.

Çavkaniyên herêmê ragihandin rojana li herêmê 150 ton dar tên birîn.

Beriya niha jî ev herêm gelek caran bi destê eskerên dewleta Tirk a dagirker hatibû şewitandin.

Şêniyên herêmê bang li raya giştî kir ku li hemberî qirkirina xwezaya herêmê bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk ne tenê li Çiyayê Çelênimêja û Cûdî, li Eyaleta Xerza, herêmên Şêx Cûma û Şehîd Mizgîn ên Bedlîsê jî cih bi cih dar birîn cih bi cih jî bi şewatê xweza wêran kir.

Ne bi tenê li Bakur li Başûrê welat jî vê polîtîkaya qirker li ser kar bû.

Li Metîna, Zap, Avaşîn, Xakurkê û Heftanînê dagirkeriya tirk bi tonan bombe avêtin, şewat derxistin, di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de dar birîn. Xwezaya weke bihuşt li vir jî wêran kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv