Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qirkirina siyasî li dijî jinên kurd: 22 jin hê jî li Amedê di bin çavan de ne 07.04.2021

 

QIRKIRINA SIYASÎ LI DIJÎ JINÊN KURD
22 JIN HÊ JÎ LI AMEDÊ DI BIN ÇAVAN DE NE

5’ê Nîsanê polîsên dewleta Tirk li Amedê êrişî Komeleya Rosa ya Jinan û gelek malên Kurdan kiribûn.

Di vê êrişa qirkirina siyasî de 22 jin hatibûn binçavkirin.

Dadgeriya Tirk ji ber ku biryar daye dosyaya jinan bi awayekî veşartî were birêvebirin, derheqê binçavkirina wan agahî nayê bidestxistin.

Hat ragihandin, ku di bin çavan de polîsên rêjîma faşîst pêkanînên xirab li dijî jinan kirine.

Yek ji jinên binçavkirî rewşa xwe giran bûye û xwestiye derî bên vekirin.

Polîsan jî ev yek red kiriye.

Jinan jî bi lêdana li deriyan ev yek protesto kirine.

Polîsan li ser vê yekê gef li jinan xwarine.

Jina di bin çavan de û navê wê nehat zanîn ku rewşa wê giran bûye jî nebirine doktor.

Parêzera jinên binçavkirî Ozum Vurgun diyar kir, ku wan giliyê polîsan kiriye lê heta niha tiştek nehatiye kirin.

Zelal Bîlgîn, Emîne Kaya, Nalan Gozen, Sevîm Bîçîcî, Necla Tamrîş, Zeynep Uran, Seval Gulmez, Gurbet Ozel, Bêrîtan Canozer, Nezehat Teke, Fîgen Aras, Besîle Narîn, Bahar Karakaş Ulug, Şehrîban Zogurlî, Rûken Bekalp, Şîlan Elmaskan, Satiye Ok, Nûrşen Akbal, Ayşan Kanûş Zengîn, Zeynep Aykat, Leyla Akgul, Nesîbe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv