Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qirkirina nû ya bi navê “Lêpirsîna Kobanê”: Piraniya wan hevşaredarên berê, bi dehan kes hatin binçavkirin.

 

QIRKIRINA NÛ YA BI NAVÊ “LÊPIRSÎNA KOBANÊ”
PIRANIYA WAN HEVŞAREDARÊN BERÊ, BI DEHAN KES HATIN BINÇAVKIRIN

Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo tolê ji serkeftina Kobanê û têkçûna DAIŞ’ê hilîne, doza Kobanê vekir.

Ji wê dozê tevî hilbijartiyan bi dehan kes girtin.

Lê belê siyasetvanên girtî, rûniştinên dozê veguherandin darizandina faşîzma AKP-MHP’ê û îspatkirina têkiliya dewleta tirk bi DAIŞê re.

Bi îfadeya şahîdan jî, derket holê ku doza Kobanê lîstikeke AKP-MHP’ê ye.

Faşîzma AKP-MHP’ê piştî lîstika wê ya bi navê doza Kobanê têk çû, lîstikeke din xist dewrê.

Ev jî, dîsa bi navê lêpirsîna Kobanê pêk anî û dest bi qirkirina siyasî kir.

Di çarçoveya qirkirina siyasî de, li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Riha û 8 bajarên din avêtin ser bi dehan malan.

Di serde-girtinan de piraniya wan hevşaredarên berê û rêveberên HDP’ê, 46 kes kirin binçavan.

Ji bo 91 kesan biryara binçavkirinê heye.

Di nava kesên binçavkirî de Hevşaredarê berê yê Akdenîz a Mêrsînê Fazil Turk, hesabgirê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk, Serokê berê yê Amedsporê Metîn Kilavuz jî heye.

Alîkarê Hevserokên HDP’ê Umît Dede nerazîbûna tûnd nîşanê binçavkirina hevalên xwe û lêpirsîna nû.

Dede got, ji ber ku me doza heyî pûç der xist, dozgerê AKP’ê lêpirsîneke nû vekiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv