Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qeyûmê Mêrdînê ji bo rêya xirabûyî çêbike ji welatiyan pereyan dixwaze

 

QEYÛMÊ MÊRDÎNÊ JI KÎSÊ XELKÊ RÊ ÇÊDIKE
JI BO RÊYA XIRABÛYÎ ÇÊBIKE, ŞAREDARÎ JI WELATIYAN PEREYAN DIXWAZE

Ev 4 sal in rêya xirabûyî a taxa Yalimkoy a girêdayî navçeya Mêrdîn Artukliyê nayê çareserkirin.

Rêya ku xirabûye jî dikeve ser riya dibistana seretayî û di heman demê de jî li ser riya çûyina bazarê ye.

Ji ber pirsgirêka rêya xirabûyî zarok jî di nav de gelek welatiyan qeza derbas kirin û birîndar bûn.

Welatiyên taxe ji ber pirsgirêka rêya xirabûyî bêzar bûne.

Gelek caran welatiyan ji şaredariyê ku di destê qeyyum de ye, daxwaza çêkirina rê dikin,lê şaredarî li hember daxwazen welatiyan bêdeng e.

Welatîyên taxê nerazibûnên xwe anin ziman û daxwaz kirin ku şaredarî bi lezgînî karê xwe bike.

Muazez Çelik da zanîn ku şaredarî berpirsiyar e ku xizmeta gel bike û got:

Ev kolaneke ku herî zêde tê bikaranîn û di navenda bajêr de ye.

Ji bo ewlehiya hemû xwecihên vê taxê pêwîst e dest biavêjin kolanê û çêbikin.

Şaredarî berpirsiyar e ku xizmeta gel bike.

Emîne Alak jî da zanîn ku ji bo çêkirina rê wan gelek caran serlêdan kirine lê bi tû awayî bersivek ji wan re nehatiye.

Guneş Alak jî nerazibûna xwe wiha ani ziman.

Ji bo çûyîn û hatinê em tengasiyên mezin dijîn. Em bi alîkariya çend kesan diçin bazarê an jî bar dikşînin.

Ma heta ku tiştek ji zarokek an jî ji welatiyekî hat wê dest bi çêkirinê bikin? Li benda qezayên mezinin.

Gulîzar Îpek jî da zanîn ku şaredarî ji bo çêkirina rê pere ji wan dixwaze û got,

Şaredarî ji me re dibêje pere kom bikin. Em ê çawa pere kom bikin?

Hemû welatiyên li vir jiyan dikin xizan in û rewşa wan diyar e. Çekirina vê rêye karê şaredariyê ye.

Jina bi navê Zehra Alak jî diyarkir hemû daxwaznameyên dane qeyûmê dagirker bê encam mane.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv