QESRA ÎSHAQPAŞA
BAREGEHA SERHILDÊRÊN KURDAN
Qesra Îshaq Paşa, di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e.
Şahidî ji gelek dem û dewrên xweş û nexweş re kiriye.
Tirba Ehmedê Xanî û Keleha Ûrartûyê bi meznahiya xwe mirovan ber bi rêwitiyek kûr ya dîrokê ve dibe.
Bi qasî 5 kîlometre dûrî Bazîdê ye û li ser girekî hatiye avakirin.
Di 1685’an de kurê Mîr Mihemed Pîrbela Evdî Paşê ve dest bi çêkirina wê hatiye kiri.
Û tê gotin di 1784’an de temam bûye.
Di dema serhildana Agirî de, ev herêm bûye baregeha serhildêrên Kurdan.
Qesra Îshaq Paşa, yekemîn devere ku sîstema karolîferê lê hatiye çêkirin.
116 odeyên wê hene û di hundirê wê de mizgeft, odeya dîwanê, firûn, metbax, axur û hwd hene.