Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Premium Times: ‘Erdogan li pey afirandina dijminan e’

 

PREMIUM TIMES
ERDOGAN LI PEY AFIRANDINA DIJMINAN E

Serokomarê Tirk Erdogan û lêgerîna wî ya afirandina dijminan.

Ev manşeta analîzeke rojnameya herî mezin a Nîjeryayê Premium Timesê ye.

Analîz wiha destpê dike:

Serokomarê tirk Recep Tayyip topeke Erdogan dişibe topeke sist û başbicihnebûyî. Kes nizane top wê kû bikeve. Ew bi xeyala împeretoriya osmanî wisa bawer dike ku dikare hespê xwe bajo her devera cîhanê. Ji ber vê yekê jî ew muxalîfên xwe an weke terorîst anjî komploger bi nav dike.

Di analîzê de gelek nimûneyên vê siyaseta afirandina dijminan a Erdogan tên destnîşankirin.

Herî dawî jî nivîskar balê dikşîne nimûnea heftiya borî ku Erdogan xwest sefîrên welatên rojava dersînor bike.

Di analîzê bi taybetî serdana şefê rejîm tirk a berî du heftiya a li Nîjeryayê tê bibîrxistin û balê dikşîne xetereya bawerîanîna bi gotinên Erdogan.

Rojname tîne ziman ku Erdogan di şexsê PKK û PYDê de jî tevgerên azadiyê yên kurdan ên ji bo mafên xwe yên rewa têdikoşin, weke terorîst bi nav dike.

Analîst digihîje wê encamê ku Erdogan û dewleta tirk bi xwe bi terorîzmê re di nava têkiliyan de ne. Weke nimûne jî desteka ku dewleta tirk dida DAIŞê radixe pêş çavan.

Analîst herî dawî bang li hukûmate Nîjeryayê dike ku xwe ji têkiliya li gel Erdogan û dewleta tirk dûr bigire, weke sedem jî bibîr dixe ku Erdogan bi xwe destûr da ku DAIŞî derbasî Sûrî û Iraqê bibin û ev çete û şaxên wê niha bela serê Nîjerya û welatên din Afrîkî ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv