Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Polîtîc Pressê îddîa kir ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hin qad kiriye!

Malpera radyoyê ya bi navê Polîtîc Press a li Başûrê Kurdistanê hin îddîayên girîng kir. Li gorî malperê dewleta Tirk ji bo qirkirina xwezayê gotiye ‘Me ev der kiriye, em çawa bixwazin em ê wisa bikin’.

Derbarê êrîşên dagirker ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê dike û alîkariya ku PDK dide wan, her roj agahî û belgeyên nû derdikevin holê.

Polîtîkaya dewleta Tirk ku di rojên dawîn de li qadên dagir kiriye xwezaya Kurdistanê û daristanan qir dike, bû sedema nerazîbûnan.

KARAÇAY: ME KIRÎ, EM DIKARIN BIBIRIN!

Hate ragihandin ku Balyozê Hewlêrê Hakan Karaçay çûye serdana Alîkarê Serokê Parlementoyê yê PDK’yî Hêmin Hawramî.

Li gorî dosyeyeke li ser malpera radyoyê ya bi navê Polîtîc Press ku li Başûrê Kurdistanê li ser banda FM weşanê dike, Hakan Karaçay çûye serdana Alîkarê Serokê Parlementoyê yê PDK’yî Hêmin Hawramî. Hawramî dema ku îtîraz kiriye çima dewleta Tirk li Behdînanê daristanê qir dike, Karaçay jî gotiye ‘Ne rast e ku hûn nerazîbûnê nîşanî me didin. Me ev qadên li vir kiriye. Ji xeynî qadên ku em ketinê, me qadên ku baregehên me yên leşkerî jî lê hene, kiriye. Di vî warî de hin peymanên me hene. Li cihên ku me kiriye, em rê çêdikin û darên ku divê werin birîn jî em dibirin.”

Karaçay dixwaze ji bo qirkirina xwezaya Kurdistanê ji xwe re hincetan ava bike û diyar dike ku wan ev qad kirîne.

Di rapora Polîtîc Pressê de tê diyarkirin ku ji bo ku bigihêje Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî, Karaçay du belgeyên nivîskî teslîmî Hawramî  kiriye. Tê diyarkirin ku di van belgeyan de ew bi tenê li qadên ku kirîne daran dibirin.

Polîtîc Press di rapora xwe de diyar dike ku ne bi tenê di serdema hikumeta Mesrûr Barzanî de , di dema hikumeta Nêçîrvan Barzanî de jî, hikumetê hin qad û herêm firotine Tirkiyeyê.

Di raporê de tê îddîakirin dema ku Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî çûye serdana Enqereyê, Erdogan ji Kazimî re ragihandiye ku wan li hin herêmên Başûrê Kurdistanê hin qad kirîne.

Tê îddîakirin ku dema ku Kazimî çûye Hewlêrê jî Mesrûr Barzanî di vê meseleyê de li xwe mikur hatiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv