Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Polîsên Tirk sîxurtiyê li ser ciwanan ferz dikin

 

POLÎSÊN TIRK SÎXURTIYÊ LI SER CIWANAN FERZ DIKIN
METÎN KIRMAZ: POLÎSAN XWEST EZ DER BARÊ HIN KESAN DE ÎFADEYÊ BIDIM

Têkildarî mijarê de Kizmaz, anî ziman ku di demên cûda de polîsan ew du caran li Taxa Şafakê li nav kuçeyan dane sekinandin û jê re gotine ‘Alîkariya me bike, em jî alîkariya te bikin.’

Kizmaz, diyar kir ku ji ber wî teklîfa polîsan qebûl nekiriye, polîsan gef lê xwariye û jê re gotine ‘Em ê hê gelek caran hev bibînîn.’

Metîn Kizmaz, da zanîn ku heman polîsan piştî wextekê hatine cihê wî yê kar û got:

“Di dest wan de bêtêl ketin hundir. Paşê di nav her kesî de ez birim quncikekê. Ji min xwestin ez derbarê hin mirovan ku min qet ew nedîtine, îfadeyê bidim.”

Kizmaz ji ber van zext û zoriyan di 28’ê Tîrmehê de serî li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Batmanê da û di 8’ê Tebaxê de jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Batmanê da û giliyê polîsan kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv