Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Polîsên tirk bi wesayita zirxî li zarokê 12 salî qelibî 02.04.2021

 

TERORA BI WESAYÎTÊN ZIRXÎ
POLÎSAN BI WESAYÎTA ZIRXÊ LI ZAROKÊ 12 SALÎ QELIBÎ

Nîhat Şerzan Akdogan ê 12 salî dema ji ber Avahiya Kar a Amedê ku li ser rêya Cengîz Topel e xwest derbasî aliyê din bibe, wesayîta zirxî lê da.

Welatiyên li derdorê Nîhat rakirin nexweşxaneyê.

Li nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku lingê Nîhat şikestiye.

Nîhat kurê Hevserokê HDP’a Geverê Abdulkerîm Akdogan e.

Gava Abdulkerîm Akdogan çûye nexweşxaneyê û ji polîsan re gotiye “Ez ê giliyê we bikim”, polîs keniyane.

Bav Akdogan diyar kir ku di çapemeniyê de dibînin ku li bajarên kurdan ji ber wesayîtên zirxî gelek kes dimirin an jî birîndar dibin.

Akdogan, anî ziman ku wesayîtên zirxî guh nadin rêzikên trafîkê û got:

Kurê min filitî, lê belê dibû ku hatiba eciqandin û bimira jî.

Feraseta ‘ez dikarim her tiştî bikim’ heye. Ji bo zarokin din neyên eciqandin, ez ê vê bûyerê bişopînim.”

Bav Akdogan, destnîşan kir ku wê giliyê polîsan bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv