Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Polîsên Tirk bi şantajê ji esnafên Kurd pere girtin

 

POLÎSÊN TIRK BI ŞANTAJÊ JI ESNAFÊN KURD PERE GIRTIN
”HÛN PERE NEDIN EM Ê DELÎLAN TEVLÎ DOZA WE BIKIN”

Alanya yek ji wan bajarên Turistik yê Tirkiyê ye ku kurdên maxdûrên terora dewleta tirk ji salên 90’ê ve hatine lê bi cîh bûne.

Gelekê wan esnafiyê dikin, ji aliyê aborî ve pêş ketine.

Gelekê ji wan hê jî bi awayeke aktif destek didin saziyên kurdan.

Polêsên tirk yên girêdayî TEM’ê ango tekoşîna li dijî terorê, rewşa van esnafên kurdan ji xwe re dikin deriyê rantê û bi şantaj û tehdîtan ji wan pere digirin.

Buyera li Alanya wiha qewimî:

4 polisên ku yek ji wan komisere, ji malbatekê 250 hezar û wesayiteke bi buhayê 250 hezar, û ji malbateke din jî 40 hezar lire pere dixwazin.

Pêşî polîs ji ber doza kurdayetiyê davêjin ser mal û kargehên kurdên welatparêz yên esnaf.

Derheqê wan de delîl û belge amade dikin, lê hemûyan naxin dosya doza wan.

Ev koma polisan yek bi yek bi malbtan re dikeve tekiliyê û dibêje:

”Em avahiya xwe nû dikin, em dixwun vedixwin, mesrefên me gelek in, divê hun bi qasî 600 hezar alîkarî bidin me”.

Ji esnafên mexdûr Barış Dalgiç dema îtiraz dike, komiser Kaan Ö. wêneyê xuşka wî ya bi kincên gerilla derdixe nîşanî wî dide û dibêje; eger tu pere nedî me, em ê vê wêneyê tevlî dosya te bikin.

Li ser van tehdîtan Barış Dalgiç dibêje 600 hezar ji bo wî zêde ye, ew tenê 100 hezar amade dike li himamekê teslîmî wan dike.

POLÊSÊN TIRK BI ŞANTAJÊ JI ESNAFÊN KURD PERE GIRTIN
ESNAFEKÎ MAXDÛR DENGÊ POLÎSAN QEYD DIKE

Di dema teslîmatê de polîs Eyup G. Fatih Mehmet T. Îsmaîl A. amade ne. Lê Bariş Dalgiç vê hevdîtinê weke delîl dixe bin qeydê.

Piştî du rojan polis Eyup G. dîsa diçe cem Bariş û jê re dibêje; “yên li Enqerê 700 hezar dixwazin, lê em dikarin bi 200 hezarî li hev bikin.”

Dalgiç bi parêzerê xwe Erkan Yucel Donmez re giliyê van polisan dikin û derheqê wan de doz tê vekirin.

Maxdûrekî din yê vê şantajî jî esnaf Mûsa Kaya ye.

Kaya dibêje; birayekî min girtiye, rojekê berî dadgeha wî polis hatin 40 hezar pere xwestin. Ji ber ber tehdît û şantajê ez mecbûr mam bidim.

Ji ber qeyda deng, her 4 polis îro girtî têne mehkeme kirin, doz dewam dike.

Di vê rewşê de sikandala li Alanya eşkere bûbe jî îro li gelek bajarên din bi dehan bûyerên bi vî rengî hene ku hê jî weke pergaleke şantaj û maxdûriyeta terora dewleta tirk dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv