LI AMEDÊ TERORA GIRTIN Û BINÇAVKIRINÊ
AVAHIYA KCD’Ê Û WEŞANXANEYA J&J DI BIN DAGIRKERIYA POLÎSAN DE YE
Polîsên Tirk danê sibê li Amedê bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk de girtin.
Weşanxaneya J&J û gelek mal jî bûn hedefa êrişan.
Di serdegirtinê de endamên Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Jiyan Taş û Huseyîn Kaya, ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş, Hevşaredara Farqînê ya li malê dîlgirtî Naşîde Toprak, rêvebera MEBYA-DER’ê Yildiz Damla, endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Leyla Bagatir, ji Sendîkaya Kedkarên Buroyê Sûphî Îzol û gelek kes hatin binçavkirin.
Lêgerîna li avahiyên KCD û weşanxaneya J&J heta niha jî dewam dike.