DÎMENÊ DIJMINAHIYA HÊZÊN TIRK LI HIMBERÎ KURDAN
POLÎSÊN TIRK LI BATMANÊ HEWL DAN BI EREBEYÊ ZAROKEKÎ BIPERÇIQÎNE
Li taxa Baglar a Batmanê polîsen tirk bi wesaîta zirxî ketiye pey zarokekî.
Zarok jî, ji bo di bin wesaîta zirxî de nemîne, direve.
Polîs bi israr berê wesaîtê didin ser zarokê ku dixwaze canê xwe rizgar bike.
Jinên li kolanê jî, bi ecêbmayî li vê hovîtiya sosret temaşe dikin.
Lê di dawiyê de zarok teslîm nabe û xwe ji dagirkeran rizgar dike.
Rêxistina HDP’a Batmanê ev dîmen parve kir û nerazîbûn nîşan da.
HDP’ê diyar kir ku dîmen nîşan dide polîs dixwaze bi wesaîtê zarok bi awayê perçiqandinê qetil bike.