Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Polîsên AKP’ê li Geverê fihûş û tiryakê pêş dixin

 

POLÎSÊN AKP’Ê LI GEVERÊ FIHÛŞ Û TIRYAKÊ PÊŞ DIXIN
CIWANAN BI RÊBAZÊN QIRÊJ DIXIN KEMÎNA XWE

Dewleta Tirk ji bo têkbirina civaka Kurdistanê, bi hemû rê û rêbazên qirêj êrîş dike.

Li gorî nûçeyek ANF li sûka Geverê bi destê çete û polîsên dewlet Tirk fihûş tê kirin û medeyên hişbir ên mîna kokaîn, eroîn û hebên tiryakê tên firotin.

Di derbarê kiryarên qirêj ên polîsan de jinek ciwan axivî.

Berî demekê li kafeya bi navê ‘One Way’ a li navçeyê polîsan destdirêjî li jina ciwan F. kiribûn.

Lê ser vê destdirêjiyê hatibû nixûmandin.

Jina ciwan F. têkildarî pêkanînên polîsên Tirk ên li Geverê, xefikên li pêşiya ciwanan datînin, kesayeta wan çawa têk dibin agahiyên girîng parvekir.

JINA CIWAN F.
‘LI 6 KAFEYÊN SÛKA GEVERÊ POLÎS JINÊN CIWAN BIKARTÎNIN’

Li gorî agahiyên F. dan, li sûka Geverê di 6 kafeyan de jinên ciwan ji aliyê polîsan ve tên bikaranîn.

Polîs pêşî bi hebên tiryakê ciwanan ji ser hişê wan dibin û paşê dîmenê wan qeyd dikin.

Bi van dîmenan qefan li ciwanan dixwin û wan dixin nava tora tiryakê.

F. da zanîn ku hema bêje li her dera navçeyê dezgehên tiryakê hene û xwediyên kafeyan jî di vî karê qirêj de hevkariya polîsan dikin.

Têkildarî ketina xwe ya nava tora fihûş û tiryakê jî wiha got:

‘Polîsekî bi eslê xwe ji Osmaniyê ez xistim vê torê. Li kafeya One Way piştî ava lîmonê min vexwar ji ser hişê xwe çûm.

Paşê polîsan dîmenên min ên ne guncaw nîşanî min dan.

Gef xwarin ku eger hevalên xwe ji wan re rêxistin nekim, ew ê dîmenên min di medya dijîtal de parve bikin’.

Jina Ciwan F. yek bi yek nav û xwediyên kafeyên bi destê polîsan fihûş lê tê kirin û tiryak tê firotin eşkere kir.

CIWANÊ BI NAVÊ A.
‘KESÊN JI OCAXÊN OSMANIYAN LI GEVERÊ TORA TIRYAKÊ AVAKIRINE’

Têkildarî tora tiryakê ciwanekî bi navê A. ku ew bi xwe jî di nav torê de ye axivî.

A. da zanîn li taxa Yeşîldere kesên ji ocaxên Osmaniyan ên ji Wanê çûne navçeyê tora tiryakê avakirine.

Ev kes li pêş çavê polîsan li ciwanan dixin û li deverek mîna mobîlyaya Parîsê ya li taxê şev û roj tiryak tê kişandin.

Ciwan tim ne li ser hişê xwe ne û gelek caran jinên ciwan jî tevlî wan dibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv