POLÎS DEST AVÊT ZAROKEKÎ
RAYEDAR KETINE TATÎLA VEŞARTIN Û FIHÊLKIRINÊ
Polîs û eskerên dewleta tirk ji bo qirkirina kurdan li Kurdistanê wezîfedar in.
Îşkencê li xelkê dikin, digirin, qetil dikin, bi ser de dewlet wan ji ber van kiryaran taltîf dike.
Li gel van kirinên xwe tacîz û tecawizê jî weke rêbazeke şerê qirêj bi kar tînin.
Rêber Apo, rêveberên Tevgera Azadiyê gelekî caran diyar kirin ku bûyerên tecawizê munferît nîn in, bi destê dewletê tên kirin.
Heta beriya bi salan waliyê dagirker ê Sêrtê bi devê xwe got; li şûna tevli gerîla dibin bila fihuşê bikin.
Beriya bi çend meha li Batmanê jina ciwan Îper Er ji ber destdirêjiya eskerê bi navê Musa Orhan întihar kir.
Bûyereke wisa organîze di 25’ê Sibatê de li navça Mêrdîn Dêrikê pêk hat.
Polîsê bi navê yakup Yakupoglu li Mala Mamosteyan a Dêrikê dimîne.
Tecawizê zarokekî 12 salî dike.
Piştî zarok bi awayekî tazî ji odeya wî dertê bûyer eşkere dibe.
Jixwe zarok jî hovîtiya lê hatiye kirin dibêje.
Polîsê tecawizkar tê girtin.
Lê piştre rayedarên li Dêrikê wezîfedar ji bo bûyer were veşartin û fihêlkirin dest bi dek û dolaban dikin.
Destpêkê dozgerê hikûmeta tirk biryara veşartîbûnê datîne ser dosyeyê.
Dûre dîmenên kamerayên li Mala Mamosteyan ji aliyê polîs tên komkirin.
Îdiaya polîsan ew e ku li qata ku odeya polîs lê ye kamera tune ne, ji ber wê yekê dîmen xuya nakin.
Lê dîmenên ketina hundir û derketinê ya zarok ku bi qasî 40 deqe ne, hene.
Polîsan hewl daye bûyer weke li derveyî Dêrikê pêk hatibe nîşan bidin.
Jo bo vê polêsê tecawizkar birine qadeke çoltera Dêrikê û ew li wir binçav kirine.
Taqîbat û tahkîqata bûyerê jî hewaleyê cendirmeyan kirine.
Li aliyê din tê gotin, dema li edliyê îfedeya polîs dihat girtin, rayedarekî gotiye; heke Ajansa Mezopotamyayê bi bûyerê bihese wê serê herkesî bikeve belayê.