BERXWEDANA BOGAZÎÇIYÊ
POLÎSAN ÊRIŞÎ ÇALAKIYA LI KADIKOYÊ KIR, GELEK XWENDEKAR BINÇAV KIRIN
Berxwedana xwendekar û akademîsyenên Bogazîçiy li dijî pergala qeyûm dewam dike.
Li Kadikoyê Piştevaniya Zanîngeha Bogazîçiyê xwest çalakiyekê çêbike.
Polîsan bi hnceta coronayê çalakî asteng kir, êriş bir ser xwendekaran û bi dehan ji wan bi îşkenceyê binçav kirin.
Xwendekaran li gel êrişê jî li ber Sînemaya Reksê çalakiya xwe domand.
Li aliyê din nêzî 5 hezar akademîsyenên li zanîngehên Amerîkayê ne, destekê didin berxwedana xwendekaran.
Akademîsyeman îsal di 8’ê çileyê de metneke piştevaniyê jî ji bo îmzeyê weşandibûn.
Heta niha bi qasî 4 hezar û 933 akademîsyenan ev metn îmze kiriye.
Li dijî rektorê qeyûm, akademîsyenên zanîngeha bogazîçiyê jî ev serê 3 mehan e bi çalakiyên xwe rektor protesto dikin.