Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: ‘Silav li berxwedêriya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’

 

23. SALVEGERA KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ
PKK: SILAV LI BERXWEDÊRIYA “HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN”

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera 23’yan a Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo daxuyaniyek da.

PKK’ê berxwedana 23 salan a gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê bi bîr xist û bi hezaran şehîdên vê berxwedanê bi bîr anîn.

Em berxwedêriya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” a li dora Rêber Apo bû xelekek ji agir silav dikin.

Di şexsê hevrêyên xwe Halît Oral û Aynûr Artan de tevahiya şehîdên berxwedana li dijî komployê bi bîr tînin.

Em radigihînin, ku weke tevger û gel, wê di sala 24’an de li dijî komployê berxwedaneke xurttir bê kirin û serketineke mezin bê bidestxistin.

23. SALVEGERA KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ
PKK: BI KOMPLOYÊ HEDEF TEMAMKIRINA QIRKIRINA GELÊ KURD BÛ

PKK’ê bi bîr xist, ku armanca komployê tinekirina Rêber Apo, tasfiyekirina PKK’ê û bi astengkirina çareseriya demokratîk a azadîxwaz û demokratîk a pirsgirêka Kurd bû.

Hedef bi vê yekê temamkirina qirkirina gelê Kurd bû.

Komplo dijminê hebûn, çareserî û jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd bû.

Encamên van êrişan di serî de Kurd, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn giran bûn.

Dîsa jî berxwedana mezin û dîrokî ya 23 salan a li dijî komployê, rê neda komplogeran ku armancên xwe bibin serî.

23. SALVEGERA KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ
PKK: BERXWEDANA BI PÊŞENGIYA RÊBER APO ARMANC Û HESABÊN KOMPLOGERAN PÛÇ KIRIN

PKK’ê destnîşan kir, ku komploya navneteweyî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye pîlankirin û pêkanîn.

Amerîkayê ji bo biserxistina komployê tevahiya dewletên NATO’yê, paşverûtiya cîhan û herêmê, hêzên hevkar-xayîn ên Kurd hemû bi kar anîn.

Ev yek parçeyek girîng ji destwerdana Amerîka ya li Rojhilata Navîn bû.

Dîsa jî ti hêzê nekarî armanca xwe ya di beşdariya komployê de bibe serî.

Berxwedana lehengî ya Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo bipêşket, ev armanc û hesab hemû serûbin kirin.

23. SALVEGERA KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ
PKK: BI TÊKOŞÎNEKE MEZINTIR EM RÊBER APO AZAD BIKIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi bîr xist, ku hêzên komploger her cûre taktîk û rêbaz ji bo serxistina pîlana xwe pêk anîn û got, niha Amerîka ya biryara komployê dayî û pêşengî jê re kirî, li hemberî bûyerên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn mat maye.

PKK’ê destnîşan kir, ku Amerîkayê xeta û neheqiya herî mezin bi vê komploya li dijî Rêber Apo û azadiya Kurdan kiriye û got, ji ber vê yekê divê şaşiyên xwe rast bike û lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.

PKK’ê aqûbeta gelek dewlet û serokdewletên di komployê de cih girtibûn bi bîr xist û bang li hêzên komploger kir, ku polîtîkayên xwe yên dijminahiyê li Kurdan dikin, di ber çavan re derbas bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir, ku têkoşîna li dijî komployê ya 23 salan, bûyera herî girîng û watedar a dîrokê; Şoreşa Azadiyê ya Rojava derxistiye holê.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û dostên wî hat kirin, ku li her deverê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê mezintir bike, komployê têk bibe û azadiyê bi dest bixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv