Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: Divê gelê Kurd têkoşîna rûmetê mezin bike

 

MAHSÛM ASLAN – FÎRAZ PARAMAZ
PKK: DIVÊ GELÊ KURD TÊKOŞÎNA RÛMETÊ MEZIN BIKE

Gerîlayê HPG’ê Mahsûm Aslan bi nasnav Fîraz Paramaz 14’ê Hezîranê di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de li Dersimê şehîd bûbû.

Weke şehîd Egîd Îpek, dewleta Tirk a dagirker cenazeyê şehîd Fîraz jî bi rêya postê ji malbata wî ya li navçeya Amedê Erxenî re şand.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê têkildarî vê hovîtiya dewleta Tirk a li dijî nirxên gelê Kurd daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de şehadeta di nava PKK’ê de weke heqîqeta fikir, felsefe, raman û îdeolojiyê hat pênasekirin.

Şehîdbûna di nava PKK’ê de afirandina jiyana herî pîroz û pak e.

Xeta bêhempa ya berxwedana li dijî serdestan û hesreta azadiyê ya gelên bindest îfade dike.

Leheng û Egîdên gelê Kurd bi vê heqîqetê ji bo rabirdû û paşerojeke azad a miletekî di pencên qirkirinê de têdikoşin.

Gerîla li her derê derbên giran li dijmin dide.

Ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîna xwe nikare bisekinîne, timî gorên gelê me dike hedef.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re li ser şandina cenaze ya bi rêya kargoyê jî wiha got:

Di ti olê de mirovahî bi hovîtiyeke welê re rû bi rû nema ye.

Divê gelê me vê yekê bizane, ku ev ne bûyereke ji rêzê ye.

Dixwazin rabirdû û paşeroja gelê me, bi êşên giran ji holê rakin.

Heke fermaneke welê hê nehatibe bicihanîn, ev yek bi saya têkoşîn û lehengiya salan a gerîla ye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku gelek caran cenazeyên şehîdan ji goran jî tên derxistin û dibin cihên ne diyar.

Ev pêkanînên bêexlaq û li dijî mirovahiyê, bi tecrîda giran a li dijî Rêber Apo ve girêdayî ne.

Divê ev pêkanîn bi ti awayî neyên qebûlkirin û ji rêzê neyên dîtin.

Heke gelê me ji bo şehîdên xwe dibêje ew “reşika çavan, doh, îro û siberoja me ne” divê her derê veguherîne qadên berxwedanê.

Xwedîderketina li şehîdan xwedî derketina li rabirdû û paşeroja xwe ye.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê di şexsê malbata şehîd Fîraz de ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest û ev bang kir:

Bi banga “Em Rûmeta xwe Diparêzin” a Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê, banga me li tevahiya gelê me ye, ku li dijî van polîtîkayên bêrûmet, têkoşîna parastina rûmeta xwe mezin bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv