Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: Di sala 38’an de emê serketineke mezin bi dest bixin

 

CEJNA VEJÎNÊ Û GERÎLA YA NETEWEYÎ
PKK: DI SALA 38’AN DE EM Ê SERKETINEKE MEZIN BI DEST BIXIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an daxuyaniyek da.

Partiya Karkerên Kurdistanê got, em vê rojê di serî de Rêber Apo, li hevrêyên xwe hemûyan, hêzên xwe yên gerîla, welatparêzan, jin, ciwan û dostên demokrat-şoreşger pîroz dikin.

Me her tişt li ser berxwedana lehengiya neteweyî ya 37 salên dawî bi dest xist.

Ev têkoşîna pîroz a bi pêşengiya Rêber Apo û bi dayîna dehhezaran şehîdî, îro bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike.

PKK’ê di şexsê fermandarên nemir Egîd, Zîlan, Zekî Şengalî, Atakan Mahîr, Egîd Garzan de tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tîne û dibêje: emê di sala 38’an a pêngavê de bi awayekî xurttir şer bikin û serketineke mezin bi dest bixin.

Daxuyanî wiha behsa serdema beriya 15ê tebaxê dike:

Heke lehengiya bi Berxwedana Mezin a Zîndanê ya 1982’yan nebûya, wê îro bi navê Kurdbûn û Kurdistanê tiştek nebûya.

Wê li her derê zext, zilm, dagirkerî, qirkirin, pasîfîzm, teslîmiyet, hevkariya xiyanetkar belavbibûya.

Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê weke çiruskeke azadiyê bi têkoşîna lehengî ya 37 salan ev hemû dan guhertin.

Partiya Karkerên Kurdistanê destnîşan dike, ku Şoreşa Azadiya Jinê jî bi 15’ê Tebaxê re derket holê û li ser şerê îro yê li dijî dagirkeriyê vê nirxandinê dike:

Hêzên me gerîlayên leheng, di serî de li Zap, Metîna û Avaşînê, li tevahiya Kurdistanê û çiyayên Tirkiyê bi ruhê 15’ê Tebaxê têdikoşin.

Bi vê têkoşîna xwe derbên mirinê li faşîzma AKP-MHP’ê dixin.

Çiqas gerîla lê dixe, gelê me û hêzên demokrasiyê jî bi zanebûneke zêde radibin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê balê dikşîne girîngiya pêşîgirtina li şerê psîkolojîk ê desthilatiya tirk û wiha dewam dike:

Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo hilweşîna xwe rawestîne rêbazên nû yên derew û zextan diafirîne.

Divê em derfeta vê yekê nedin û nebin berxê ber kerê li hemberî êrişkariya faşîst.

Bi mezinkirina têkoşînê em dikarin ji kujeran hesab bixwazin.

Partiya Karkerên Kurdistanê dixwaze bi wesîleya salvegera 15ê tebaxê pêngava Dem Dema Azadiyê jî were xurtkirin.

Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, ku hedefa wê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye, divê bigihîje serfiraziyê.

Di serî de jin û ciwan, em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat-şoreşger dikin, ku li her qadê têkoşîna azadiyê mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv