Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: Di bin her serketinê de bandora berxwedana mezin a Rojiya Mirinê heye

 

SALVEGERA 39’AN A 14’Ê TÎRMEHÊ
PKK: DI BIN HER SERKETINÊ DE BANDORA BERXWEDANA MEZIN A ROJIYA MIRINÊ HEYE

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera 39’an a berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê li zîndana Amedê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ew dikevin sala 40’î ya Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê:

Em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd, ev 39 sal in li ser xeta 14’ê Tîrmehê têkoşîna rûmetê dikin û bi dest dixin.

Bandora vê berxwedana mezin ti carî kêm nabe, berevajî her diçe mezintir dibe.

Di bin her pêşketinê de li ser navê azadiyê li Kurdistanê bandora 14’ê Tîrmehê heye.

PKK’ê di şerxsê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de tevahiya şehîdên leheng bi bîr anîn.

Berxwedana Mezin a Zîndanê, ku bi awayekî îdeolojîk rêjîma faşîst-eskerî ya 12’ê Îlonê têk bir, bi çalakiya hevrê Mazlûm Dogan dest pê kir.

Ev berxwedan bi pêşengiya Ferhat Kurtay çalakiya dîrokî ya Çar’an bi pêş ket.

Bi Rojiya Mirinê ya Mezin jî ku hevrê Mehmet Hayrî Durmuş ragihand, berxwedana dîrokî bi ser xist.

Di daxuyaniya PKK’ê de hat destnîşankirin, ku Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an li ser bingeha vê berxwedanê bi pêş ket.

Serhildanên gel ên 1990’î li ser şopa 14’ê Tîrmehê derketin holê.

Tevgera Azadiya Jinê bi pêşengiya hevrê Sara (Sakîn Cansiz) di nava Berxwedana Mezin a Zîndanê de dest pê kir.,

Vê berxwedanê rê û aqilê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ya ev 23 sal in didome diyar kir.

SALVEGERA 39’AN A 14’Ê TÎRMEHÊ
PKK: DIVÊ DI TÊKOŞÎNA ÎRO DE JÎ BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ ESAS BÊ GIRTIN

PKK’ê destnîşan kir, ku divê di berxwedana îro de jî berxwedana 14’ê Tîrmehê esas bê girtin.

Li Kurdistanê û derveyî welêt, bi pêşengiya jin û ciwanan gel û dostên me her roj li ser piyan e.

Ev çalakî hemû dewama ruhê berxwedan û serfiraziyê yê 14’ê Tîrmehê ne.

Bê çawa rojiya mirinê ya mezin serfirazî bi dest xist, wê berxwedana roja me ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî teqez biserkeve.

SALVEGERA 39’AN A 14’Ê TÎRMEHÊ
PKK: BI RUHÊ WÊ ROJÊ “DEM DEMA AZADIYÊ YE” MEZIN BIKIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê anî ziman, ku berxwedana 14’ê Tîrmehê berxwedaneke bêmînak e.

Di sala 40’î ya vê çalakiya dîrokî de, wê bi pêşengiya partiyê, gerîla, jin, ciwan, gel û dostên me bi ruhê 14’ê Tîrmehê têbikoşin.

Bi vê têkoşîna xwe wê teqez faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.

Em bang li tevahiya hevrê, welatparêzan û dostên xwe dikin;

14’ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Neteweyî bi coş pîroz bikin.

Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, pêngava Dem Dema Azadiyê ye, bi ruhê serfirazî û berxwedana 14’ê Tîrmehê mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv