LI DIJÎ MEXMÛRÊ ÊRIŞA HEWAYÎ
PIŞTÎ GEFA ERDOGAN WARGEH JI HEWAYÊ HAT BOMBEKIRIN
Êrişa li dijî wargehê bi balafirên şer ên bêmirov danê nîvro pêk hat.
Balafiran parka Şehîd Aryen a li Mexmûrê kirin hedef.
Li dora vê devera ku êriş lê pêk hatî, dibistanên wargehê hene.
Piştî êrişê xelkê Mexmûrê daket qadan û bi meşekê peyama li dijî êriş û dagirkeriyê da.
Şefê rêjîma faşîst Tayîp Erdogan di rojên borî de gef li xelkê wargehê xwaribûn.
Erdogan gotibû, emê wargehê paqij bikin.
Endamê Desteya Ewlehî û Parastinê ya Parlemena Iraqê Seran El Ecebî jî êrişa li dijî Mexmûrê şermezar kir û got, em ê li dijî êrişên terorîstî yên Enqerê dengê xwe bilind bikin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye, ku ev 3 sal in Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dibe hedefa êrişên dagirkeriya Tirk.
Herî dawî 15ê Nîsana 2020’an di êrişa dagirkeriya Tirk de 3 jinên têkoşer şehîd bûbûn.
Neteweyên Yekbûyî ya ji wargehê berpirsiyar e.
Lê heta niha jî li hemberî êrişên dewleta Tirk dengê xwe nekiriye û neketiye nava ti hewldanan.