Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Piştî bi rojan ji êrîşên Dewleta Tirk nû serokamarê Îraqê daxwaza rawestandina êrîşan kir

 

 

SEROKATIYA KOMARA IRAQÊ NÛ ÎRO DAXWAZA RAWESTANDINA ÊRIŞAN KIR

Di van 10 rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker, êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir kirine.

Di van êrişan de, heta niha gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn.

Tevî vê yekê jî, hikûmeta Iraqê, ti helwesta cidî nîşan nedabû.

Piştî êrişa doh a li Silêmaniyê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih daxuyaniyek da.

Û xwest dawî li binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker were anîn.

Ji dema destpêka êrişên dewleta Tirk ên dawî li ser Başûrê Kurdistanê, welatên Erebî gelek helwest nîşan dan û xwestin yekser êriş rawestin.

Li tevî binpêkirina serweriya Iraqê û qanûnên navneteweyî jî hukûmeta vî welatî deng ji xwe neanî.

Piştî zêdetirî heftiyekê ji êrişên qirkirinê, nû îro Serokatiya komara Iraqê daxuyaniyek da.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di daxuyaniya de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ne û zirareke mezin didin têkiliyên van her du welatên cîran.

Daxuyaniyê wiha dewan kir:

Serokatiya komara Iraqê daxwaz dike ku binpêkirinên li dijî serweiya Îraqê rawestin.

Ev êrişên tên dûbarêkirin bûne sedem ku hijmarek ji sivîlan jiyana xwe ji dest bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv