Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Piştî 13 salan dîsa êrişî Zapê kirin: Artêşa Tirk a dagirker wê demê reviya niha jî li riya revê digere

 

PIŞTÎ 13 SALAN DÎSA ÊRIŞÎ ZAPÊ KIRIN!
ARTÊŞA WÊ DEMÊ REVIYA NIHA JÎ LI RIYA REVÊ DIGERE

Di sala 2008’an de artêşa tirk a dagirker li dijî Zapê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Serfermandarê wê demê Yaşar Buyukanit bi gotina; “Kesên dibêjin artêşa tirk ji qadê zû vekişiyaye, bila biçin 24 saetan li wir bimînin” binketina xwe îtîraf kir.

Piştî wê binketina dîrokî bi 13 salan artêşa dagirker dîsa li dijî Zapê dest bi êrişên hewayî û bejayî kir.

Ev tevgera dagirkeriyê ya li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê tê li darxistin bi her awayî ji êrişên berê cûdagir û girantir e.

Di şeva 23’ê Nîsanê de destpêkirina vê tevgera dagirkeriyê ne ne bûyereke ji rêzê ye.

Artêşa tirk a dagirker li herêmê bi hêza teknîkê dixwaze encamê bigre. Lewma êrişên destpêkê bi balafir û helîkopterên şer ve pêk hatin.

Di bin parêzvaniya teknîkê de artêşa dagirker hewil da bi helîkopterê Skorsky eskerê xwe dayne herêmê û hin deveran têxe bin kontrola xwe.

Li ser bersiva gerîlayên HPG û YJA-Starê li herêmê şerekî dijwar destpê kir.

Li cihê ku esker bi helikopteran daketin şer dijwartir bû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî tên bidestxistin li cihê ku helîkopteran esker daxistin, gerîlayên Kurdistanê darbeyên giran li eskeran dixin.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku di van çalakiyên gerîlayan de gelek esker hatine kuştin.

Li dijî çalakiyên gerîla yên bi bandor artêşa tirk hewl dide bi balafirên bêmirov li qadê bi cîh bibe.

Lê belê li herêma Zapê bi çalakiyên gerîla ve yekîneyên artêşa tirk ên ketin herêmê ji hev belavbûn.

Li gorî agahiyên ji qadê tên, sîxûrên MÎT’ê beriya êriş destpê bikin, derbasî Hewlêrê bûne.

Li wir bi rayedarên PDK’ê re hin hevdîtin kirine.

Koordîneya êrişa xwe jî li Hewlêrê danîne.

BI PIŞTGIRIYA NAVNETEWÎ EV ÊRIŞ PÊŞ DIKEVIN
PIŞTÎ HEVDÎTINA ERDOGAN Û BIDEN TEVGERA DAGIRKERIYÊ DESTPÊ KIR

Beriya êrişa dagirkeriyê Serokomarê Tirk Erdogan bi telefonê li gel Serokdewletê Amerîkayê Jeo Biden axifî.

Balkêş e heta niha gelek caran piştî axaftin û hevdîtinên di navbera Ankara û Washingtonê de êrişên bi vî rengî destpê kirine.

Di sala 2008’an de jî piştî axaftin û hevdîtinan li dijî Zapê tevgera dagirkeriyê hatibû destpêkirin.

13 sal şûnde dîsa bi heman awayî artêşa dagirker li dijî herêma Zapê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Hewildanên dagirkirina qadên Metîna, Avaşin û Zap’ê bi şerê dijwar didome.

Nûçegihanên li herêmê didin zanîn ku artêşa dagirker di zorê de ye.

Di sala 2008’an de piştî tevgera dagirkeriyê ya artêşa tirk gelê Kurd di nava xwe de bi gotina “Suwar hatin peya çûn” bal dikişandin ser berxwedana gerîla.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv