Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pisporê îstîxbaratê Constantin Pikramenos: ‘Li Strasbûrgê navendeke koordînekirina êrişên MÎT’ê heye’

 

PISPORÊ ÎSTÎXBARATÊ CONSTANTIN PIKRAMENOS:
“LI STRASBÛRGÊ NAVENDEKE KOORDÎNEKIRINA ÊRIŞÊN MÎT’Ê HEYE”

Constantin Pikramenos hevnivîskarê kitêba ‘MÎT, teşkîlata îstîxbaratê ya Tirk’ e.

Wî li ser awayê kar ê MÎT’ê li Ewrûpayê bersiv daye pirsên rojnamevan Tony Hapetian.

Pisporê îstîxbaratê Pikramenos têkildarî çalakî û sûcên MÎT’ê li ser erdên Fransayê jî wiha dibêje:

MÎT a ku çalakiyên paramîlîter bi rê ve dibe di heman demê de şerekî belavkirina agahiyên şaş dimeşîne.

Divê mirov tevna mezin a ajanên MÎT’ê beyî ku tesîra wê ya li Ewrûpayê li derve bihêle, nîşan bide.

Almanya û Fransa ji bo çalakiyên MÎT’ê hedefên tercîhkirî ne.

Jixwe li Strasbûrgê navendeke koordînekirina çalakiyên MÎT’ê heye.

Pikramenos der barê têkiliya di navbera îstîxbarata Fransî û MÎT’ê de jî agahiyên balkêş dide.

Ew dibêje; hev du pir baş nas dikin.

Eleqedarî rola MÎT’ê di vê hemûyî de, ne dost û ne dijmin hene, tenê berjewendî hene.

Îstîxbarata Fransî û MÎT hev du pir baş nas dikin.

Ismail Hakki Mûsa sefîrê berê yê Parîsê ji 2012’an heta 2016’an di nava MÎT’ê de zilamê duyem bû.

Bi texmîna min bi hev re dipeyivin û di heman demê de jî li dijî hev sîxuriyê dikin.

Ew kirinên MÎT’ê yên li Ewrûpayê weke îdia nabîne û dibêje;

Di dema lêkolînên min ên ji bo kitêbê de min berê xwe da kirinên MîT’ê ên di navbera 2010 û 2020’an de.

MÎT’a Tirk li Ewrûpayê xelkê fîş dike, giliyê wan dike.

Kampanyayên şopandina mirovan hene, heta gefxwarin, tacîz û hewldanên kuştînê jî, yan jî çawa ku li naverasta Parîsê kirin, kadroyên PKK’ê qetil kirin.

Ev hemû jî beşek ji kirinên MÎT’ê ne û di bin rêveberiya Hakan Fîdan de tên meşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv