Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pirtûka Rêber Apo bi zimanê Îtalî hat çapkirin

 

PIRTÛKA RÊBER APO BI ZIMANÊ ÎTALÎ HAT ÇAPKIRIN
“PERGALA KAPÎTALÎST CIVAK XISTIYE NAVA REQABETEKE KOLEDARIYA DILDAR”

Cîlda Duyan a berhema Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo êdî bi Îtalî jî dikare were xwendin.

Cilda 3’min jî li ber wergerandinê ye, ewê biharê were çap kirin.

Pirtûk ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ve hat wergerandin.

Di vê pirtûkê de Rêber Apo behsa dîroka destpêka şaristaniya kapitalist dike û dide zanîn ku vê mantiqa sermayedariyê çavkaniya xwe ji pergala hîyerarşî, desthilatî, yekdestî û ji netewdewletiyê girtiye.

Rêber Apo ji ber hilberîna zêdeyî pêdiviya mirovan pergala Kapitalis rexne dike dibêje vî pergalî qadên aborî, leşkerî û îdeolojîk tev di yek destekî de kom kirine û civak xistine nava reqabeteke koledariya dildar.

Rêber Abdullah Ocalan dide zanîn ev pergal ji ber ku di nava kirîzeke kûr de ye, bi serkêşiya Amerikayê niha hewl dide bi projeya globalbûnê xwe nû bike û weke navenda şerê xwe yê stratejik jî Rojhilata Navin hilbijartine.

Li ser berga dawî ya pirtûkê ev hevoka Antonîo Negrî cîh digire:

‘Weke Mandelayê sedsala 20’an, Ocalan jî di sedsala 21’ê de girtiyekî efsanewî ye. Têgîn û teoriyên ku ew datîne holê, dibin hîmê siyaseta cîhaneke nû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv