Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pîlançoya 6 mehan a şerê li Zap Avaşîn û Metîna

 

Di beşa duyem ya daxuyaniya HPGê de emê cih bidin analîz û çavdêriyên derbarê şer de.

Li gorî vê. Dewleta tirk di van 6 mehan de herî zêde bi balafirên şer û çekên kimyewî êriş kir.

Di 6 mehan de hêzên dewleta tirk tam 323 caran çekên kimyewî bikaranîn.

BÎLANÇOYA 6 MEHAN A ŞERÊ LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA
HPG: GERÎLA BI TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA XWE DESTANAN DINIVÎSE

HPG di bîlançoya şerê 6 mehan ê li Avaşîn, Zap û Metînayê de bi van gotinan îşaret bi berxwedana dîrokî ya gerîla dike.

Bi pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê gerîla dîrokeke nû ya destanî li Kurdistanê dinivîse.

Bi wêrekî û hêza ku îdeolojiya Apoyî dayî wan, derbên giran li dijmin dide.

HPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk, tevî tenîka di destê xwe de nikare bi pêş keve:

Bi vê berxwedana dîrokî ya 6 mehan gerîla îsbat kir ku mêtingeriya Tirk wê têk biçe.

Li gel bi karanîna çekên pêşketî, çekên kîmyewî û hevkariya PDK’ê encama dixwest bi dest nexist.

Têkçûna dewleta Tirk a li vê derê bi qasî têkoşîna li Garê mîsoger e.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi hewldaneke mezin hewl dide vê têkçûna xwe ji raya giştî veşêre.

BÎLANÇOYA 6 MEHAN A ŞERÊ LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA
HPG: DEWLETA TIRK BI KÊMANÎ 323 CARAN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÊRIŞÎ QADÊN GERÎLA KIR

HPG’ê îşaret bi bikaranîna çekên kîmyewî û gaza bi jahr a dewleta Tirk kir:

Yek ji aliyên herî girîng ê êrişa dijmin ku 23’ê Nîsanê dest pê kir bikaranîna çekên kîmyewî ye.

Piştî hêzên gerîla her cûre êrişên artêşa Tirk ên ji bejahî û hewayî vê pûç kirin, artêş Tirk giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî.

Dewleta tirk ji bêdengiya raya giştî, dewletên navnetewî û saziyên pêwendîdar cesaret digire.

Bi qasî me tespît kir, di nava şeş mehan de 323 caran li dijî gerîla êrişên çekên kîmyewî pêk hatin.

Lê hejmara giştî ji vê yekê qat bi qat zêdetir e.

BÎLANÇOYA 6 MEHAN A ŞERÊ LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA
HPG: 32 GERÎLA BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ, BI GIŞTÎ 101 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di berxwedana şerê 6 mehan de, li Avaşîn, Metîna û Zapê 101 hevrêyên me şehîd bûn.

Ji wan 32 hevrên me bi êrişên çekên kîmyewî şehîd bûn.

Tevî 6 hevreyên me yên di meha Sibatê de li Garê, bi giştî di nava vê salê de 38 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn.

BÎLANÇOYA 6 MEHAN A ŞERÊ LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA
HPG: DI ÊRIŞÊN HEWAYÊ DE XELKÊ ME YÊ SIVÎL ŞEHÎD BÛN Û XISAREKE MEZIN A MADÎ LI WAN BÛ

Di bîlançoya şeş mehên dawî de îşaret bi êrişên li dijî cih û warên sivîlan jî hat kirin û wiha hat gotin:

Artêşa Tirk a ji gerîla derbên giran xwar û encam negirt, ji hewayî û bejahî ve her roj bombardûmaneke giran kir.

Di êrişan de şehadet çêbûn û xisareke mezin a madî li xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû.

BÎLANÇOYA 6 MEHAN A ŞERÊ LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA
HPG: LI HEMBERÎ BERXWEDANA GERÎLA DEWLETA TIRK WÊ TÊK BIÇE

HPG’ê da zanîn ku van êrişan hemûyan jî artêşa Tirk a faşîst nekarî encamê bi dest bixe û ev peyam da.

Di dîroka gelê Kurdistanê de, me 6 mehên tije berxwedan li pey xwe hişt.

Li hemberî her cûreyên êrişên faşîst ên dewleta Tirk a mêtinger, têkoşîneke bi rûmet hat nîşandan.

Wê ala azadiyê ya şehîdên qehreman li Kurdistanê were bilindkirin.

Di meşa azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê de, wê gerîlla bibe hêza pêşneg û di dema pêş de jî bi rola xwe a dîrokî rabe.

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv