Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Pîlana çokdanînê ya 2014’an’

 

PÎLANA QIRKIRINA GELÊ KURD
“PÎLANA ÇOKDANÎNÊ YA 2014’AN”

Havîna 2014’an DAIŞ’ê bi fermana ji hêzên navneteweyî û dagirkeriya Tirk girtibû, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.

Hedefa wê ya sereke bi temanî dagirkirina Kobanê û kokqelandina gelê herêmê bû.

Asta êrişan bi destpêka Cotmeha 2014’an derket asta herî jor.

Şervanên YPG û YPJ’ê li Kobanê û dora wê derbên giran li çeteyan didan.

Lê dagirkeriya Tirk bi awayekî veşartî ji sînoran çeteyên DAIŞê berdidan nava xaka Rojava.

Çapemeniya azad gelek caran bi ragihandina dîmenên ji herêmê ev yek derxist holê.

4’ê Cotmeha 2014’an şer li Kobanê giran bû û tenê çend kolan di destê şervanan de mabûn.

Rêber Apo ji bo vê yekê di serî de jin û ciwan banga seferberiyê li gelê Kurd kir.

Çalakiyên rojane ji bo Kobanê li Bakurê Kurdistanê pêk dihatin, reng guhertin.

Bi hezaran keç û xortên Kurd xwe li sînoran xistin.

6’ê Cotmehê bi sedhezaran kes daketin qadan.

7’ê Cotmehê şefê rêjîma faşîst Erdogan li Dîlokê got, Kobanê ket ha wê bikeve.

Vê yekê hêrsa gelê Kurd derxist asta herî jor.

Êdî tevahiya kolan, tax û navendên bajarên Bakurê Kurdistanê û derveyî welêt cihên serhildanê bûn.

Gelê Kurd bi vê serhildana xwe bersiva pêwîst dabû, li rex şervanên YPG û YPJ’ê li kolanên Kobanê şer kiribû.

Kobanê neketibû û desthilatdariya AKP’ê li ber hilweşînê bû.

Dewleta Tirk a ji vê yekê tirsiyayî û pîlana wê ya qirkirinê têkçûyî, berê xwe da pîlaneke din.

30’ê Cotmeha 2014’an an go piştî serhildana Kobanê, civîna herî demdirêj a Desteya Ewlekariya Millî ya Tirk hatibû lidarxistin.

Ji vê civînê pîlaneke din a nû ya qirkirina gelê Kurd derket holê.

Navê wê jî “pîlana çokdanînê” danîn.

Li gorî pîlanê wê bajarên Kurdan bihatana xirakirin, bi sedhezaran kes bihatana koçberkirin û bi qasî 15 hezar kes bihatana kuştin.

2015-2016’an Bi xerakirina Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Farqîn, Gever û gelek deverên din dagirkeriya Tirk ev yek kir.

Berxwedana xwerêveberiyê bi taybetî ya li Sûr, Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê ev pîlana wan nebir serî.

Pîlana çokdanînê ne bi giştî be, jî wekî kopya Pîlana Islahata Şerqê ya 1925’an a piştî darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî xwe dida der.

Tevî ku ji gelek aliyan ve ev pîlana qirkirinê hatiye têkbirin, dagirkeriya Tirk hewl dide bi nûkirinê, pîlanê bidomîne.

Êrişên herî dawî 23’yê Nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine destpêkirin di çarçoveya vê pîlanê de tên lidarxistin.

Dewleta Tirk ji salên 1980’yî ve li dijî gelê Kurd hêviyê ji pîlanên bi vî rengî dike.

Bi sedan komkujî, bi hezaran êrişên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk anîn.

Ji ber ku nekarî êrişên qirkirinê bibe serî, 1998’an hêzên navneteweyî ketin dewrê.

Rêber Apo 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke ku di dîroka cîhanê de nehatî dîtin, revandin û radestî dagirkeriya Tirk kirin.

Lê ji 1980’yî heta niha, gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe encam diyar kiriye.

Niha jî berxwedana dîrokî ya li çiyayên Kurdistanê wê encamê diyar bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv