Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pîlana bi talûke ya PDK’ê: PDK bi leşkerê Gulan û zêrevan li pey şer e

 

PÎLANA BI TALÛKE YA PDK’Ê
PDK BI LEŞKERÊ GULAN Û ZÊREVAN LI PEY ŞER E

Di meha nîsana 2020’an de hêzên PDK’ê ketin qada Zînî Wertê ya li herêma Qendîlê.

Ji ber agahiyên ku PDK’ê dan dewleta tirk, li Zînî Wertê 3 gerîla bi balafirên şer ên Tirk şehîd hatin xistin.

Gelê kurd hemû nerazîbûneke tund nîşanî vê hevkariya PDK’ê da.

PDK’a lîstika ku nekarî li Zînî Wertê bixe dewrê, îcar di cotmehê de li Garê xist dewrê.

PDK’ê ji 25’ê Cotmehê û pê ve jî ‘Leşkerî Gulan’ yên Messûr Barzanî, şandin Garê, Metîna û qadên cuda yên gerîla.

Li gundên Deşta Nehlê ya Garê û li Çemankê ev hêza hatibûn bicihkirin, ketibûn nava qadên gerîla.

Hêzên PDK’ê 4’ê Mijdarê hîn bêhtir zêdegavî kir.

Li Çemankê li nêzî gundê Bêbadê êriş birin ser gerîla.

PDK’ê bi provokasyonan bersiv da bangên ji bo diyalogê yên Fermandariya Biryargeha NPGê.

Piştre li Begova, Brîfka, Batûfa û Banka yên Metîna bi danîna bendan hewl dan dor li herêmê bigrin.

21’ê Mijdarê jî hêzeke ji 300 kesî û 56 wesayitên zirxî sewqî Hecî Umran û Çomanê yên herêma Qendîlê kirin.

PDK’ê dû re êriş û hewldanên xwe yên provokatîf zêde kirin.

13’ê Kanûnê li nêzî gundê Reşankê yê Zawiteyê wesayitek ku gerîla tê de bûn sekinand, gule lê reşandin û 3 gerîla bi giranî birîndar kirin.

Yên êriş kirine hêzên taybet ên PDK’ê ne.

Dewleta Tirk bi salan e cerdevaniyê bi rêxistin dike, yên ji nava refên PKK’ê reviyane dike kontra.

Mesrûr Barzanî hêzên Zêrevan û Gulan bi destê dewleta Tirk dide perwerde kirin û mezin kirin.

Van hêzan 5’ê hezîranê sewqiyateke giran li dijî Metînayê kir.

Gerîla li vir ji bo şer neke pir bi himmet tevgeriya.

Piştî Metînayê heman hêz ji bo Herêma Çoman û Hecî Umran jî hatin sewqkirin.

Van hêzan ber bi Herêma Rencberaxa dest bi manewrayekê kiriye.

Ev qad ji bo gerîla weke nav dilê Zagrosan tê dîtin û gerîla ji sala 1982’yan ve li vê qadê ye.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li bakurê vê qadê li Mervanos, Werxelê li dijî dagirkeriya tirk di cengeke giran de ye.

Ketina PDK’ê ji bo qadê tê wateya ji piştve dorgirtina li gerîla.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv