Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêşmergeyên Dêrîn û girtiyên siyasî yên Başûr bang li PDK’ê kirin

 

LI BAŞÛR ÇALAKIYA WATEDAR
PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN Û GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN BAŞÛR BANG LI PDK’Ê KIRIN

Pêşmergeyên Dêrîn û Girtiyên Siyasî yên Başûrê Kurdistanê, li gundê Tengîser ê bajarokê Qeredaxê bûn.

Li vir serdana gora Şehîd Aram ê Damezrînerê Komeleya Rencderanî Kurdistan kirin.

Pêşmergeyên Dêrîn destegulek danîn ser gora Şehîd Aram û ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê rêz girtin.

Li vê derê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Elî Marûf daxuyanî xwend.

Pêşmergeyên Dêrîn êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xistin.

Û bal kişandin ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta TIrk re.

Pêşmergeyên Dêrîn destnîşan kirin, ku gava pîlanê ya pêşî tinekirina HPGê û ya duyemîn jî tarûmarkirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de bang li PDK’ê hat kirin, ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.

Li ser navê girtiyên siyasî jî Serwer Zindanî jî got, me ji bo azaidya Kurdistanê di zîndanan de li ber xwe da.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
KURDÊN LI RÛSYAYÊ BANGA YEKÎTIYÊ Û MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ KIRIN

Li herêma Stravropol a Rûsyayê jî Meclîsa Kurd a Herêmê daxuyaniyek da.

Endamê Rûspiyên herêmê Îbrahîm Bazuyev û Endamê Meclîsa Kurd Mustafa Asoyev wiha gotin:

Divê em ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin.

Divê PDK dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne û Kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv