SEMBOLA YEKÎTIYA NETEWÎ MEHMET KARASUNGUR
PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN KARASUNGUR Û BÎLGÎN BI BÎR ANÎN
Komek pêşmergeyên Dêrîn li Binarê Qendîlê serdana gora Mihemed Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn kirin.
Pêşmergeyan destegul danîn ser gorên şehîdan û ew “wekî şehîdên yekîtiya netewî” bi nav kirin..
Pêşmergeyên Dêrîn êrişên dewleta Tirk li şermezar dikin û dan zanîn ku ew bi hemû hêza xwe piştevaniya berxwedana gerîla dikin.
Mehmet Karasûngûr di sala 1983’an piştî beşdarî Kongreya 2’emîn a PKKê dibe dixwaze biçe Bakûrê Kurdistanê.
Bi hevdîtinan hewil dide nakokî û pevçûnên di nava partiyên Kurdistanî de rawestîne û bereyekî hevpar bê damezrandin.
Lê dema li gel 3 hevalên xwe li Qandîlê li kampa partiya qominîst bûn, hêzên YNK’ê êrişekê pêk tînin.. .
Di encama êrîşa YNKê ya li ser kampê de, şer rû dide.
Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn di nava aliyan de dimînin û şehîd dibin.