Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêşmergeyê Dêrîn Kelan: Ez ê fîşekê berdim xwe, lê bernadim PKK’ê

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re, mezin dibe.

Hem gelek fermandarên pêşmergeyan, hem jî pêşmergeyên dêrîn şerekî nava Kurdan red dikin.

Li gorî Rojnewsê, pêşmergeyê dêrîn Pêşrew Ehmed Kelan li ser malpera xwe ya Facebookê peyamek parve kir û bi bîr xist ku wî beriya niha red kiribû tevlî şerê YNK û PDK’ê yê li dijî PKK’ê bibe.

Kelan got, “Di salên 1990’î de PDK û YNK li dijî PKK’ê şer kirin. Wê demê jî min rast nedît ku ev şer bê kirin û tevlî vî şerî nebûm. Niha di dema dawî ya jiyana xwe de me; ez ê fîşekê berdim xwe, lê bernadim xwişk û birayên xwe yên PKK’î.”

Ji fermandarên pêşmergeyan Wahap Sertîp jî 15’ê Hezîranê ji ANF’ê re axivî bû û destnîşan kiribû ku ti hincet ji bo şerekî navxweyî nîne. Wahap Sertîp diyar kiribû ku yên dixwazin şerekî wiha bidin destpêkirin, xiyanetê li Kurdan dike.

Sertîp gotibû, “Ev gel, şer naxwaze”, rabirdûya şerê navxweyî bi bîr xistibû û wiha gotibû, “Yê ku herî zêde em êşan şerê navxweyî bû. Ji ber vê yekê em naxwazin. Em nefretê jê dikin û heta ji me bê em hewl didin li ber rabin.”

12’ê Hezîranê endamê Polîtburo ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) û Fermandarê Eniya Germiyanê yê Pêşmergeyan Mahmûd Sengawî jî gotibû, “Ji bo Tirkiye û Iraq ji me re bêjin ‘eferin’ nabe ku em zarokên gelê xwe bikujin. Divê em bi hev re dakevin kolan û qadan û şerê navxweyî heram bikin. Divê em şerê li dijî PKK’ê heram bikin. Şerê li dijî PKK’ê ji bo gelê me şaşitiyeke mezin e. Ez, bi şexsê xwe li dijî vî şerî me.”

Sengawî anî ziman ku wî ev yek ji hevserokên YNK’ê re jî got û wiha dewam kir, “Dinya bi erdê re bibe yek jî, qiyamet jî rabe ez ê fîşekek bi tenê jî li dijî PKK’ê neteqînim.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv