Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêşmergeyê Dêrîn Celal Abdullah: ‘PDK nokertiyê ji dewleta Tirk re dike’

 

Pêşmergeyê Dêrîn Celal Abdullah got; “Xistina tevgerê ya hêzê ji aliyê PDK’ê ve ti şiroveyek wê nine, ev cehşayetî û nokertî kirina ji bo dewleta Tirk a faşîste.”

Nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û nêzîkatiyên PDK’ê yên ku hewil dide gerîla dorpêç bike, zêde dibe. Pêşmergeyê Dêrîn Celal Abdullah li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî.

Celal Abdullah got; “Dîrok tiştên ku malbata Barzanî û dewleta Tirk dikin tomar dike. Xistina tevgerê ya hêzê ji aliyê PDK’ê ve ti şiroveyek wê nine, ev cehşayetî û nokertîkirina ji bo dewleta Tirk a faşîste.”

Celal diyarkir ew li dijî hemû dagirkeriyeke û wiha domand; “Di dema xwe de min li dijî rejima Baas çek rakir, ger ez niha ciwan bûyam minê niha jî li dijî dagirkeriya Tirk çek rakiriba û şer kiriba.”

Celal Abdullah destnîşankir ku ew li dijî wan aliyên ku hêsankarî û hevkariya dewleta Tirk dikin û got, ev tişta ku binemala Barzanî ji bo Tirkiyeyê dike di dîrokê de tê nivîsandin.

Di dawiyê de jî Pêşmergeyê Dêrîn Celal Abdullah got; “Çawan ku berê cehş hebûn, niha jî PDK bi heman awayî li pêşiya artêşa Tirk a dagirker dikeve û cehşayetiyê jêre dike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv