HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
EM KUJERÊN HRANT DÎNK, JI ROBOSKÊ Û PIRSÛSÊ NAS DIKIN
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de mijarên rojevê nirxandin û peyamên girîng dan.
Pervîn Buldan ji ber 15’mîn salvegera kuştinê, rojnamevan Hrant Dînk bi bîr anî û got: Em mekanîzmaya ku Hrant Dînk kuştine ji Roboskê, Amed, Pirsûs, Enqer û Îzmîrê nas dikin. Lê bila xwediyên wê mekanîzmayê bizanibin, dê ev yek ji wan re nemîne.
HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
DEMA TÊKBIRINA AKP’Ê Û HESAB-PIRSÎNÊ NÊZ BÛYE
Pervîn Buldan krîza aborî ya ji ber siyaseta AKP-MHP’ê jî destnîşan kir û got: Heta AKP-MHP neçe wê krîza aborî bidome. Heta Erdogan û Bahçelî hebin, wê krîz kûr bibe. Hebûna wan, dewama pergala talanê ye. Emê di hilbijartinê de wan têk bibin, aramî pêk bînin û ji wan hesabê bipirsin.
Hevseroka HDP’ê têkiliya desthilatdariya AKP-MHP’ê û çeteyên Sûrî jî, bi bîr xist û got ku pereyên ji xelkê kom dikin, didin çeteyên li Sûrî.
HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
KENAN EVREN NEKARÎ ENCAMÊ BIGIRE Û WÊ TAYÎP ERDOGAN JÎ NIKARIBE
Pervîn Buldan zext û zilman li zindanan jî destnîşan kir û got: Zilma wekî dema 12’ê îlonê dimeşînin. Wan darbekaran bi zilmê encamek negirt. Kenan Evren encam bi dest nexist. We hê fêm nekiriye. Hûnê jî, nikaribin encamekê bigirin.
HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
EM Ê ÇÎROKA MEZIN A GELAN BINIVÎSIN
Pervîn Buldan hewldanên avakirina îtîfaqeke demokratîk jî, destnîşan kirin û got: Em riyeke alternatîf amade dikin. Emê çîroka mezin binivîsin. Ev çîroka demokrasî, edalet û aştiyê ye.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan pergala êşkencê ya Îmraliyê jî rexne kir û ji tecrîdkirina Rêber Apo jî, şefê faşîst ê Tirk Tayîp Erdogan berpirsyar girt.