Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pervîn Buldan: ‘Ala têkoşînê me girtiye destê xwe’

 

CIVÎNA HEVSEROKÊN HDP’Ê YÊ JIN HAT LIDARXISTIN
PERVÎN BULDAN: ALA TÊKOŞÎNÊ ME GIRTIYE DESTÊ XWE

Hevserokên jin ên bajaran ên HDP’ê li Enqerê li hev civiyan.

Civîn li Navenda Giştî ya HDP’ê hat lidarxistin.

Axavtina vekirinê ya civînê ji aliyê hevseroka giştî ya partiyê Pervîn Bûldan ve hat kirin.

Di mijara Pervîn Bûldan rewşa jinan a di siyasetê de, qadên xebatên jinan û zextên li ser partiya wan hebû.

Hevseroka giştî ya HDP’ê spasiya hemû hevserokên bajaran kir û got.

Me bi dilsozî, fedakarî û biryardarî, têkoşîna xwe ya jinan bi ser xist. Hûn hevserokên me yên jin ên bajaran, ronahiya di çavên we de, rêya me ronî dike û wêrekiya dilê we biryardariya me zêde dike.

Ji bo me rûmet û hêzek mezine ku em îro weke parêzvanên têkoşer ên jin li cem we ne. Hun her hebin. Başe ku jin hene. Başe ku partiya me jinan HDP heye.

Pervîn Bûldan silavên taybet ji siyasetmedarên girtî re şand.

Hevalên me yên ku bi kedeke mezin têkoşîn dane û niha ne li cem me ne.

Em silavên xwe ji hevalên xwe yên girtî re dişînin. Ala ku îro li girtîgeh û li penaberiyê li gel zext û zordariyê girtine dest, tu carî nadanin erdê.

Armanca wan a edalet û wekheviyê em ê di bin banê HDP’ê de teqez pêk bînin. Em soz didin rêhevalên xwe.

Hevseroka HDP’ê, diyar kir ku ji bo jin di siyasetê de bigihijin armanca xwe divê rêxistinbûna xwe ya xweser pêş bixin.

Pergala hevserokatiyê me girt dest û îro em pratîze dikin. Bi pergala hevserokatiyê îro jin di mekanîzmayên biryarê de wekhevin.

Pervîn Bûldan, da zanîn ku îro li parlamentoyê herî zêde di nav HDP’ê de hejmara parlamenterên jin zêde ne û destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê ji bo wan destpêke.

Bi HDP’ê jin xwedî li dîrok, rûmet, xweza û hemû nirxên mirovatiyê derdikevin û diparêzin. Li ku dibe bila bibe, em ê bi zimanên cuda, ol û baweriyên cuda û bi nasnameyên cuda mezin bibin û bi ser kevin.

Di dawiyê de hevseroka giştî ya HDP’ê bi van gotinan xîtabî jinan kir.

Divê her kes bizanibe ku rojên ronî bi têkbirina tecrîdê pêkan in. Em jin vê rastiyê dizanin û em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.

HDP, bi tifaqa gelan, jinan, ciwanan û demokrasiyê di rêya ku vekiriye de bi hêz dibe û pêşve diçe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv