Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pergala Tecîda li Îmraliyê

 

Li ser rêber APO tecrîdeke giran heye.
Ji bo dawîanîna tecrîdê û azadiya fizîkî ya rêber APO li seranserî Cîhanê kampanya û xebat tên meşandin.
Nûnerên saziyên hiqûqê û mafan ên Kuridistan û Tirkiyê nerazîbûn nîşandanî pergala tecrîdê dan.
Û xwestin ku pergala tecrîdê tavilê were bidawîkirin.

PERGALA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
NÛNERÊN SAZIYÊN HIQÛQ Û MAFAN: GEL TECRÎDÊ QEBÛL NAKE

Nûnerên saziyên hiqûqê û yên mafan li dijî pergala tecrîdê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Nûneran destnîşan kir ku pergala tecrîdê sedema esasî ya krîz û qeyranan e.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê li hemû girtîgehan tê meşandin û got:

Sedema sereke ya zêdebûna pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan tecrîd e.

Hevseroka Şaxa TUHAY-DER’ê Kudret Temel diyar kir ku tecrîd roj bi roj girantir dibe û got:

Rêveberê Şaxa OHD’ê ya Wanê Savaş Avci jî destnîşan kir ku tecrîd bi pêkanînên cuda dewam dike û got:

Dema em li pêkanînên Qanûna Înfazê dinêrin, diyar dibe ku ji bo Girtîgeha Îmraliyê polîtîkayek taybet heye.

Li ser jiyana Ocalan di nava malbat û civaka hiqûqî de fikar heye. Hewce ye ku ev fikar tavilê ji holê were rakirin û hevdîtin pêk were.

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê Hakki Demîr jî destnîşan kir ku pergala tecrîdê bi tenê pirsgirêka gelê kurd nîn e û got:

Lazim e muxalefet hemû tevî gelên li Tirkiyê li dijî tecrîdê rabin.

Parêzer Kamîl Tekîn Surek jî di heqê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê axivî.

Surek destnîşan kir ku mafê hêviyê di hiqûqa înfazê ya cîhana îro de ji bo hemû hikûmxwaran tê pêk anîn û got:

Lê Tirkiye dibêje ev vê biryarê nas nakim. Li gel vê yekê jî konseya ewrûpayê ji ber berjewendiyan ji Tirkiyê bi tolerans e.

Parêzer Burhan Arta jî ji bo bidawînanî tecrîdê îşaret bi rola saziyên civaka sivîl kir û got:

Weke Baroya Amedê me jî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin, lê rayedaran bersiv neda.

Divê hemû saziyên civaka sivîl li dijî vê bêhiqûqiyê bikevin nav tevgerê.

Pergala li Îmraliyê ti eleqeya xwe bi hiqûqê re tine ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv