Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Perestgeha Berxwedanê bû Girê Sor

 

3’yê Îlonê…

Li Girê Sor ê Avaşînê roja dawî ya şer.

Rûyê qirêj ê dijminên gelê Kurd…

Li dijî gerîlayan bikaranîna çekên kîmyewî.

Di beşa dawî ya dosya berxwedana Girê Sor de şehadeta 6 gerîlayan û derketina 3 gerîlayan ji tunelên şer em ê bînin ser ekranên we.

PERESTGEHA BERXWEDANÊ BÛ GIRÊ SOR
PIŞTÎ 80 ROJÊN BERXWEDANÊ, ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û ŞEHADETA 6 LEHENGAN

10 gerîlayan li dijî teknîka şer a NATO’yê, çekên kîmyewî û her cûre êrişên qirêj li Girê Sor ê Avaşînê nîvê meha Hezîranê dest bi berxwedaneke dîrokî kirin.

Êrişên li dijî hêzên gerîla heta 3’yê Îlonê tam 80 rojî bê navber dewam kirin.

3’yê Îlonê 9 gerîla li tunelên şer, li perestgeha berxwedanê mabûn.

Gerîlayan wê rojê texmîn dikir, ku wê artêşa Tirk bi rêbazeke cûda êriş bike.

Tevahiya gerîlayan ji ber vê yekê hatin hişyarkirin.

6 jê li qata jor, 3 jê jî li qata jêr bûn.

Danê êvarî saet 6’an mîna erdhejekê, gir hejiya.

Dûxaneke bi rengê girî li korîdorên tunelan belav bû.

Bêhna wê mîna hêkeke xirabûyî… Bêhneke pirr xirab bû.

Ji gerîlayan Armanc û Têkoşîn dema xwestin deriyê giştî kontrol bikin, Armanc ji ser hişê xwe çû û ket erdê.

Paşê jî Têkoşîn bi heman rengî ket erdê.

Mîna ku bifetisin, rûyê her du gerîlayan şîn û reş dibû.

Gerîla Mizgîn bi hawara wan ve çû û di cih de dest li rewşa Têkoşîn werda.

Ji gerîlayan we bû, ku Armanc şehîd bûye.

Saet 9ê şevê Mizgîn çû ew jî anî jêr.

Gerîla Armanc ji ber bandora çeka kîmyewî bîra xwe ji dest dabû, pêlavên xwe berevajî li xwe kiribûn.

Yên li jêr bang li gerîlayên jor kirin, lê ti kesî bersiv nedida.

Dema gerîla bi jor ve çûn, cenazeyên Serhildan û fermandar Botan hatin dîtin.

Li rex hev şehîd bûbûn.

Cenazeyê fermandar Zinarîn jî nêzî wan bû.

Bedena her sê gerîlayan jî sor bûbû.

Li Mangê jî Argeş, Delal û Ozgur li rex hev şehîd bûbûn.

Ji ber bandora çeka kîmyewî û hewldana ku nefetisin, destê her sê gerîlayan jî di gewriya wan de bû.

Tenê Armanc, Mizgîn û Têkoşîn mabûn.

Ji ber ku Armanc hişê xwe ji dest dabû, gelekî hestiyar bûbû û timî digirî.

Rewşa Têkoşîn û Armanc nebaş bû.

Diviya bû ji tunelên şer derkevin, lê destê wan ji hevalên wan nedibû.

Piştî ku Armanc bi ser hişê xwe ve hat, ji bo wan pir zor jî be biryara derketina ji tunelan dan.

Diviya bû di demeke pir zû de derkevin û hebûna roniya heyvê jî ji bo wan bi talûke bû.

Lê ji ber bandora çeka kîmyewî pir bi giranî hereket dikirin.

Pêşî Mizgîn û paşê Armanc û Têkoşîn derketin.

Lê dema derketin, eskerên Tirk li wan reşandin û Armanc ji her du milên xwe birîndar bû.

Xwîna wî zêde çû.

Dîsa jî bi wî halê giran, her sê gerîlayan xwe gihandin qada Stûnê cem hevrêyên xwe.

Ew gerîla Mizgîn Dalaho…

Armanc Simko…

Û Têkoşîn Devrîm bûn.

Û ev çîrok, destana berxwedanê ya 7 lehengên Girê Sor bi van gotinan qedandin.

Hevalên me yên şehîd dixwestin berxwedana wan a di wan şert û mercên giran de bê zanîn.

Ev wesiyeta wan bû.

Em ê ala wan timî li ba bixin, nirxên wan afirandî mezin bikin.

Em ê timî bi vî ruhê berxwedanê bijîn û teqez bi serkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv