Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêngava Şreşgerî ya Bazê Zagrosê

 

Li gundewarê Qilaban û herêma Avaşînê di çalakiyên gerîla de 2 dagirker hatine cezakirin.
Kamyonek alavên lêşkerî lê barkirî jî ji aliyê gerîlayên YJA-Starê ve hat îmhakirin.
Li qadên Berxwedanê yên Werxel û Girê Qertel jî gerîlayan derb li dagirkeran dan.
Na dagirker ragihandin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛRÊ

HPG: HÊZÊN YJA-STAR’Ê LI GIRÊ TANGÊ YÊ HEFTANÎNÊ LI DAGIRKERAN DANavenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê detayên çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk 

Navenda ragihandinê û çapemeniyê ya HPG’ê encama berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi daxuyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniyê de HPG’ê cih da van agahiyan:

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li Metîna

Roja 22’ê Cotmehê gerîlayên YJA-Starê li dijî qemyoneke artêşa Tirk ku ji qereqola Elemunê ya li navçeya Şirnexê Qilaban diçû Girê Tangê û alavên leşkerî tê de bûn çalakiyeke sabatajê kir.

Di çalakiyê de:

Dagirkerek hat cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Kamyona alavên lêşkerî lê barkirî hat îmhakirin.

Gerîlayan ji bo bîranîna fermandara nemir şehîd Bêrîtan ev çalakî pêk anî.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI GIRÊ ŞEHÎD ELÎ YÊ AVAŞÎNÊ DAGIRKEREK HAT CEZAKIRIN

Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li Zap û Avaşînê.

24’ê Cotmehê artêşa Tirk hewl da bi helîkopterên êrişê qada Tîpa T ya Zapê bombebaran bike.

Di encama destwerdana gerîla de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Heman rojê gerîlayan li derdora girê şehîd Elî yê Avaşînê komek dagirker şopandin.

Paşê bi tarzê sûîqestê li wan dan.

Di encamê de:

Dagirkerek hat cezakirin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI GIRÊ QERTEL Ê AVAŞÎNÊ LI DIJÎ GERÎLA GELEK CARAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN BIKARANÎN

23’ê Cotmehê jî artêşa Tirk bi gazên bi jehr, çekên kîmyewî û teqemeniyan êriş bir ser qada Berxwedanê ya Girê Qertel.

Piştî bombardûmanê dagirkeran xwest bi pêş ve biçin.

Di navbera gerîla û artêşa Tirk de şer qewimî û tevahiya rojê dewam kir.

Di encamê de gerîlayan rê neda dagirker bi pêş de werin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI GIRÊ QERTEL Ê AVAŞÎNÊ GERÎLAYAN 4 CARAN LI DAGIRKERAN DAN

24’ê Cotmehê jî 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Girê Qertel hat bombebaran kirin.

Dûre xwestin li herêmê bi pêş ve biçin.

Gerîlayan ji nêz ve 4 caran li dagirkeran dan.

Di heman demê de 2 dronên ber bi qada berxwedanê ve dihatin, hatin xistin.

Artêşa Tirk 25’ê Cotmehê jî bi gazên jehrî û çekên kîmyewî êrişî qada Berxwedanê ya Girê Qertel kir.

Li herêmê di navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran diqewime.

Her wiha artêşa Tirk 24’ê Cotmehê jî bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.

Heman rojê qada Berxwedanê 3 caran bi teqemeniyan hat bombekirin.

Li herêma Zapê jî qada Çemço bi balafirên şer hate bombekirin.

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv