Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêngava Bazên Zagrosê

 

Ji bo bersivê bidin êrişên dewleta Tirk a dagirker, ciwan ref bi ref tevlî nava refên gerilla dibin.
Vê carê komeke ciwanên Ereb bersiv da pêngava ‘Werin Cenga azadiyê’ û berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê.
Ciwanan bi daxuyaniyekê behsa armanca tevlîbûna xwe kirin û bang li hemû ciwanan kirin da ku ew jî beşdarî nava refên berxwedanê bibin.

PÊNGAVA ‘WERIN CENGA AZADIYÊ’
KOMEKE CIWANÊN EREB BEŞDARÎ NAVA REFÊN GERÎLA BÛ

Ne tenê ciwanên Kurd, ciwanên ji pêkhateyên cûda jî, ji bo bersiv bidin êrişên dagirkeran tevlî nava refên gerîla dibin.

Komeke ciwanên Ereb bi pêngava ‘Werin Cenga azadiyê’ berê xwe didin çiyayên Kurdistanê.

Ciwanan bi daxuyaniyekê qala armanca tevlîbûna xwe kirin û wiha gotin.

Dewleta Tirk û hevkarên wê bi hemû hêza xwe êrişî gelê Kurd û tevgera azadiyê dikin.

Tevî ewqas êriş û bi karanîna çekên kîmyewî nikare encam bigre.

Gerîlayên azadiyê bi rih û îradeya Apogerî û afrîneriya xwe derbên giran li dewleta Tirk didin.

Me jî wek ciwanên Ereb xwest di nava vê têkoşînê de cihê xwe bigirin

Û ji her cure êrîşên faşîzma dewleta tirk yên bişavtin, qirkirin, wêrankirin, tacîz û tecawîzê bibin bersiv.

Ciwanan diyar kir enîya sereke ya têkoşîna li dijî rejîma qirker û faşîst qada gerîla ye û ev bang kirin.

Qada ku tolhildana gelê Kurd û Ereb were rakirin qada gerîla ye. Ji ber ku qada gerîlla qada serfirazî, rûmet û serkeftinê ye.

Li ser vê esasê em ji bo têkbirina rejîma faşîst û bidestxistina serketinê tevlî gerîla bûn.

Di serî de ciwan em bang li her kesî dikin û em dibêjin hûn jî ‘Werin Cenga Azadiyê’ werin cenga serketinê.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv