Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Penaberên Kampa Holê: 500 malbatên Iraqî vedigerin welatê xwe 07.04.2021

 

PENABERÊN KAMPA HOLÊ
500 MALBATÊN IRAQÎ VEDIGERIN WELATÊ XWE

Kampa Holê mezintirîn kampa penaberan a li Bakur û Rijhilatê Sûriyê ye.

Di vê kampê de ji 53 welatên cûda nêzî 60 hezar panaber hene.

Piraniya van penaberan malbat in û alîgirên DAIŞê ne.

Lewma bi dawîanîna DAIŞ’ê re aqûbeta van penabera herdem bû mijarek sereke ya Rêvebiriya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên navnetewî.

Ji bo vegerandin van penaberan ber bi welatên wan ve, Rêvbiriya Xweser û Rêveberê Herêma Rojhilata Navîn a Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor bi hev re xebatan dimeşînin.

Di encama van xebatan de kêm be jî hin walatan welatiyên xwe yên li vir birin lê ev rêje hê jî pir kêm e.

Di kampa Holê de rêjeyeke mezin weletiyên Iraqê heye.

Li gorî daneyên dawî yên rêvebiriya kamp Holê, li kampê 8 hezar û 256 malbatan Iraqî hene.

Ji bo vegerandina van kesan, Rêvebiriya Xweser bi rayedarên Iraqî re gelek hevdîtin pêk anîn.

Di encama van hevdîtinan de rêvebiriya kampa Holê ji bo malbatên Iraqî vegerin welatê xwe dest bi amadekariyan kir.

Endamê Nivîsgeha ‎Derketina ji Kampa Holê Mûnîr Mihemed di derbarê amadekariyan de ji ajansa ANHA’yê re axifî.

Mûnîr Mihemed da zanîn ku hukûmeta Iraqê vegera 500 malbatên iraqî erê kiriye.

Û ji bo rêxistinkirina vegera van 500 malbetên Iraqî amadekarî didomin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv