HEVKARIYA PDK’Ê Û DEWLETA TIRK
PDK’Ê RÊYA 53 GUNDÊN BIRADOSTÊ LI ÇÛNÛHATINÊ GIRT
Di rojên borî de artêşa Tirk ku niha qismek ji herêma Biradostê dagirkiriye, pîrozbahiya Newrozê li şêniyên herêmê qedexekiribû.
Herî dawî PDK’ê jî li ser daxwaza dewleta tirk rêya 53 gundan li çûnûhatinê girt.
Hin ji wan gundan ev in:
Bêrkim, Deraw, Sinîn, Berbizin, Mêrgereş, Berkim û Navdaruk ên bi ser bajarokê Sîdekanê ve.
Ji bo gundiyên ku debara xwe li ser sewalkariyê û çandiniyê dikin, qedexekirina çûnûhatinê jiyana wan zehmet dike.
Çavkaniyên heremî didin zanin, artêşa Tirk ji PDK’ê xwestiye ku welatiyan hişyar bike, da ku bêyî destûra wan neçin herêmê.