Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê nûnerên HDP’ê yên Hewlêrê destgîr kir

Endam û nûnerên HDP’ê yên Hewlêrê ji aliyê hêzên ser bi PDK’ê ve hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan, endam û nûnerên HDP’ê yên Hewlêrê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb, Rûken Mercan û Gulcan Alp, ji aliyê Asayîşê ve bêhincet hatin destgîrkirin.

Rojnewsê ragihand ku nûçegihanekî wan hewl da ku li ser mijarê agahiyê ji Asayîşa Hewlêrê bigire lê belê Asayîşê jê re îdîa kiriye ku agahiya wan ji bûyera destgîrkirinê nîne. Nayê zanîn ku HDP’î bi ku ve birine û bi çi têne sûcdarkirin.

Li herêmên ku PDK lê serdest e, mehên dawî bûyerên destgîrkirin û girtinê zêde bûne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv