Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke din a gerîla kir!

 

LI XELÎFANÊ ÇI DIQEWIME
PDK’Ê LI XELÎFANÊ ÊRIŞÎ KOMEKE DIN A GERÎLA KIR!

Piştî êrişên dagirkeriya tirk ên 23’yê nîsanê PDK jî ji aliyê xwe ve dixwaze dor li gerîla bigre.

Bi taybetî li demeke ku gerîla bi berxwedana xwe dagirkeriya tirk aniye ber têkbirinê, PDK çekdarên xwe dişîne bi hawara dagirkeran ve û dixwaze qadên gerîla teng bike.

26’ê tîrmehê li herêma Xelîfan li texma gundê Bêxme PDK’ê komeke gerîlayan a 3 kesî xist kemînê.

Ji wê demê ve ye agahî ji wan gerîlayan nayê girtin.

Di vî warî de Rayedarên HPGê ji PDKê li benda bersiveke zelal in.

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd hemû dixwazin aqûbeta gerîlayan were eşkerekirin.

Lê PDK xwe kerr dike, ti bersivekê nade.

PDK’a ku bersiv nade, di ser de jî li heman herêmê hêzên xwe yên çekdar zêde dike.

Li ser hin hisabên medya dîjîtal hat îdiakirin ku li Xelîfanê çekdarên PDK’ê êrişî komeke din a gerîla kiriye.

Di heqê van îdiayan de rêveberiya PDK’ê ti daxuyaniyek nedaye.

Çavkaniyên HPG’ê li ser van îdîayan hê tiştek negotiye.

Rojnamevan Ronî Deştelanî ku ji dema êrişên dagirkeriyê ve li qadên şer e û pêvajoyê dişopîne tevli Nîvrojê bû, bersiv da pirsên hevalê me Selman Aslan.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv