Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê li Metînayê liv û tevgera xwe zêde kir: 3 baregehên nû çêkir

 

Hêzên Zêrevanî yên ser bi PDK’ê di van rojên dawiyê de liv û tevgera xwe ya li Metînayê zêde kirine. Li gorî agahiyên ku ji herêmê bidestketine, li Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû kirine û 3 baregehên nû yên leşkerî li hinek gundên Kanî Masiyê çêkirine.

Hêzên Zêrevanî yên ser bi PDK’ê li herêma Metînayê liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kirin. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmê girtiye, PDK li devera gundê Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye. Çavkanî diyar kirin, rê bi mebesta hêsankarî ji bo artêşa Tirk û anîna hêzên PDK’ê ji bo herêmên şer tê çêkirin.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ne tenê li Elkîşkê li deverên din ên Metînayê jî PDK rê ji artêşa Tirk re vedike û ji bo vê jî gelek wesayîtên çêkirina rê li herêmê dixebitin.

Çavkaniyeke din jî ji herêmê ragihand, hêzên PDK’ê li gundên Kanîmasiyê 3 baregehên nû ku weke bendên kontrolê jî bikartînin çêkirine.  Li gorî vê agahiyê baregehek li nêzî gundê Elkîşkê hatiye çêkirin. Ji derveyî Elkîşkê baregehek jî li navbera gundê Qumriyê û Edinê de hatiye danîn. Heman çavkaniyê dazanîn  li sêgoşeya gundê Binavê jî barehek hatiye çêkirin.

Ji 5’ê Hezîranê ve PDK hem wextê êrîşên Tirkiye yên li dijî Başûrê Kurdistanê û gerîlayên HPG’ê, li herêma Metînayê dest bi bicihkirina hêzên taybet ên Zêrevaniyê kiriye û rê ji bo sewqiyeta leşkerî çêdike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv