Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK xaka Kurdistanê difiroşe: ‘Me ew qad kirîne, em rêyan çêdikin û daran dibirin’

 

PDK XAKA KURDISTANÊ DIFIROŞE
“ME EW QAD KIRÎNE, EM RÊYAN ÇÊDIKIN Û DARAN DIBIRIN”

Ji 23’yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên çend salên dawî li dijî Başûrê Kurdistanê girantir kirine.

Ji ber ku artêşa wê ji bejahî ve nikare gerîla têk bibe, teknîka xwe ya şer, balafir, helîkopter, obus, hawan û tankan dixe dewrê.

Ji ber vê yekê bi hezaran hektar daristanên li çiyayên Kurdistanê dişewitîne.

Dîsa li deverên ku dagir kirine, ji sînorê Bakurê Kurdistanê heta wan deran rêyan çêdike.

Beriya niha jî derketibû holê, ku sercerdevanên li Şirnexê çêkirina rêyan li xwe girtine.

Şîrketa ji bo çêkirina rêyan bûye sîwan jî tê gotin Cengîz Holdîng e, ku bi talankirina xwezaya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê naskirin.

Têkildarî çêkirina van rêyan û birîna daran rojnamevan Erdogan Altan agahiyeke balkêş parvekir.

Li gorî van agahiyan:

Serkonsolosê dewleta Tirk ê li Hewlêrê Hakan Karaçay di rojên borî de têkildarî birîna daran agahî dabûn Cîgirê Seroka Parlemena Kurdistanê Hêmin Hewramî.

Konsolosê dagirker ji Hêmin Hewramî re wiha gotiye:

“Me ew qad kirîne, dîsa cihên ku baregehên me yên leşkerî lê hene me kirîne. Em li van deveran rêyan çêdikin û daran dibirin.”

Tê gotin, endamê Polîtbûroya PDK’ê Elî Ewnî bi şîrketên xwe darên ku tên birîn bi rêya 3 şîrketên taşeron bar dike Tirkiyê û digine Cengîz Holdîngê.

PDK XAKA KURDISTANÊ DIFIROŞE
KARAYILAN: NIHA JI ŞEMZÎNANÊ BER BI MAMREŞO VE RÊ TÊ ÇÊKIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ev siyaseta PDK’ê weke xefletekê bi nav kiribû.

Ji Radyoya Dengê Welat re gotibû, dewleta Tirk cihê ku dagir dike jê dernakeve.

Niha ji Şemzînanê ber bi Girê Mamreşo yê Avaşînê ve dest bi çêkirina rê kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv