PROVOKASYONÊN PDK’Ê LI DIJÎ QADÊN GERÎLA
PDK PIŞTÎ METÎNA HÊZÊN XWE SEWQÎ HERÊMA QENDÎLÊ DIKE
5’ê Hezîranê PDK’ê hêzek zêde tevî çekên giran sewqî Metîna kir.
Û xwest bi vê hêzê bikeve qadên gerîla.
Fermandariya Herêma Metîna ya HPG’ê ragihandibû, ku ji du milan ve êriş li dijî kamp û qadên wan çêbûne.
Di her milekî de 50 wesaîtên zirxî cih girtine.
Piştî vê bûyerê hema bêjin ji her partî û tevgerên Kurdistanî bang li PDK’ê hat kirin, ku hêzên xwe vekişîne.
Lê weke her car, PDK berevajî vê yekê tevgeriya.
Li cihê vekişandina hêzên xwe, hêzeke din a zêde ber bi herêmên gerîla ve şand.
Vê carê di hedefa wê de navbera Qendîlê û Xinêre hebûn.
Hat ragihandin, ku PDKê hêzeke zêde li derdora qada Berdenazê ya bi ser Hecî Umran ve bi cih dike.
Ev der di navbera herêmên Xinêre û Qendîlê de ye.
Li hemberî wê jî çiyayê Helgurd heye.