Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK-MÎT û MOSSAD’ê biryara êrişa li dijî Şengalê dane 09.04.2021

 

PDK-MÎT Û MOSSADÊ BIRYARA ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ DANE
LÊKOLÎN.ORG: MEHA ADARÊ CIVÎN LI HEWLÊRÊ HATIN LIDARXISTIN

Ji bo şikandina Kevana Şiî ya xwe dispêre Îranê, livûtevgera hevpar (MÎT-PDK-MOSSAD)

Tasfiyekirina PKK’ê li Şengalê

Êrişeke hevpar heta mehekê li dijî Şengalê

Ev biryar di civîna MÎT-PDK û MOSSADê de hatin dayîn.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê-Lêkolîn Orgê bixwespartina çavkaniyên pêbawer nûçeya amadekariya êrişa li dijî Şengalê belav kir.

Li gorî nûçeyê;

Civînên mijara gotinê li taxa Şoreş a Hewlêrê û devera Mesîf ku weke baregeha sereke ya binemala Barzanî tê naskirin, bi awayekî hemwext di 14’ê Adara Îsal de hatine lidarxistin.

Di civînê de rayedarên bi paye yên MÎTê, PDKû endamên MOSSADê cih girtine.

Civîna li taxa Şoreş li mala Tirkmenekî navê wî nehatî zelalkirin pêk hatiye.

Di civînan de ji bilî biryarên li jor, biryarên weke berterefkirina hêzên Heşdî Şebî, nebe qanekirina wan…

Rêlibergirtina îtîfaqa PKK-Heşdî Şeebî hatine dayîn.

Lêkolîn Org bi bîr dixe, ku biryara êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî Heftanînê jî li Mesîfê hatiye dayîn.

Û van agahiyê lê zêde dike:

Civîn 14’ê Adara 2021’ê saet 17’an an go 5ê êvarî dest pê kir.

Li Mesîfê alîkarê şefê MÎTa Tirk, ji rayedarên PDK’ê Mesrûr Barzanî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye, her wiha Rêber Ehmed û berpirsiyarê giştî yê îstîxbarata PDK’ê Parastinê amade bûn.

Di civînê de li rex biryarên hatine dayîn, rol û pozîsyona PDK’ê jî hatiye nîqaşkirin.

Dîsa agahî tê dayîn, ku wê êrişa li dijî Şengalê beriya meha Remezanê ji 9 milan ve dest pê bike.

Amerîkayê jî êrişa muhtemel erê kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv