Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK li pey çi ye?

 

PDK LI PEY ÇI YE?
LI GUNDÊ DÊREŞÊ YÊ AMÊDIYÊ CAREKE DIN ÊRIŞÎ GERÎLA KIR

23’yê Nîsanê çawa dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi tevgera dagirkirinê kir, PDK’ê jî hêzên xwe kirin dewrê.

Helbet ev livûtevgera PDK’ê hê serê salê bi hewldana dorgirtina li qadên gerîla dest pê kir.

Roja Newrozê an go 21’ê Adarê hêzên PDK’ê mîna ku aliyê xwe diyar bikin, li nêzî Akrê êrişî hêzên gerîla kirin.

Dewleta Tirk piştî ku 23’yê Nîsanê dest bi tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir, ev hewldana PDK’ê ya dorgirtina li qadên gerîla li herêmên Biradostê, Xakurkê, Metîna û Zapê zêdetir bû.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê êrişa dagirkeriya Tirk li ser Zap û Avaşînê serê Hezîranê şikandin.

Artêşa Tirk ji ber vê yekê xwe ji 3 qadan vekişand.

Bi awayekî balkêş, PDK’ê 5’ê Hezîranê hêzeke zêde tevî çekên giran û maşîneyên çêkirina rê ber bi Metîna ve kirin tevgerê.

Û li vê derê êrişî hêzên gerîla kir.

Ev êrişa PDK’ê ya li ser gerîla bi dîmenekî jî piştrast bû.

Piştî vê êrişa berfireh a li ser Girên Çarçel û Hekarî yên Metîna, artêşa Tirk li Zap û Avaşînê ber bi qadên Tabûra Ereban û Werxelê ve hêzên xwe kirin dewrê.

PDK’ê 5’ê Hezîranê, artêşa Tirk jî 7’ê Hezîranê êriş kirin.

Li devera ku PDK’ê hêzên xwe bi cih kiribû, rewş bi vî rengî bû.

Artêşa Tirk bi awayekî rehet êrişî nava gundên Metîna dikir û hê jî vê êrişê didomîne.

Gundê Hirorê.

Xelkê bi herêmê bixwe dizane û têdigihe, ka dewleta Tirk ji ber çi êrişî Başûrê Kurdistanê dike.

Ma gelo PDK bi vê yekê nizane an jî armanca dewleta Tirk fêm nake?

Bersiva vê pirsê jî di vî dîmenî de ye, ku çawa PDK’ê bi seferberkirina tevahiya derfên xelkê Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk re rêyên leşkerî çêdike.

Ne tenê li Metîna, PDK’ê li Zapê û herêma Biradostê jî êrişî gerîlayan kir.

26’ê Tîrmehê li dora gundê Bêxme yê Xelîfanê, PDK’ê kemîn danî pêşiya 3 gerîlayan û êrişî wan kir.

Ji wê rojê aqûbeta fermandarê gerîla Serwer Serehd, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan nayê zanîn.

29’ê Tîrmehê PDK’ê hêzên xwe ber bi qada Rêncbiraxa ya Zapê ve xist tevgerê.

Hêzên PDK’ê wê li vir jî êrişî gerîlayan bikirana, lê bi hişyariya xelkê herêmê û gerîla ev armanca PDK’ê neçû serî.

PDK’ê êrişa herî giran jî 28’ê Tebaxê pêk anî.

Li Ava Zê ya Xelîfanê, kemîn danî pêşiya 7 gerîlayan.

Tevî fermandar Tolhildan Raman, Şoreş Mêrdîn, gerîla Axîn Mûzirî, Şoreş Colemêrg, Brusk Munzûr, Serdem Cûdî û Heqî Zîlan bûn hedefa êrişê.

Gerîla Heqî Zîlan tenê xwe ji êrişê rizgar kir û diyar kir, ku wî şehadeta 3 hevalên xwe dîtî ye.

Bi giştî di vê êrişê de 5 gerîla şehîd bûn û aqûbeta gerîlayekî jî nayê zanîn.

Bi giştî aqûbeta 4 gerîlayên PDK’ê êrişî wan kir nayê zanîn.

PDK’a ku hê hesabê van êrişan nedaye, 25’ê Cotmehê li dora gundê Dêreşê yê Amêdiyê careke din hêzên gerîla kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv