Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK li hemberî daxuyaniya HPG’ê bêdeng e

 

AQUBETA YEKÎNEYA GERÎLA TÊ PIRSÎN
KCDK-EWRÛPA: DIVÊ PDK’Ê DAXUYANIYEK PÊBAWER BIDE

Di 26’ê Tîrmehê de komek gerîla ya di bin fermandariya Serwer Serhat ku berbi qada Xakûrkê ve diçû li herêma Xelifan agahî jê qût bû.

Têkildarî yekîneya gerîla ya ku agahî jê nayê girtin PDK di ragihandina xwe de dabû diyarkirin ku li herêmê pevçûn derketiye.

Koordînasyona KCDK-Ewrûpa daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser mijarê.

KCDK-Ewrûpa di daxuayaniya xwe de bal kişand ser hevkariya PDK ya bi dewleta tirk re û ev bang kir.

”Em Kurdên li Ewropa dijîn û dostên wan bang li PDK’ê dikin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bîne.

Her wiha têkildarî koma gerîla ya agahî ji wan nayê girtin jî daxuyaniyeke pêbawer bide.”

PDK LI HEMBERÎ DAXUYANIYA BÊDENG E
HPG: AQUBETA YEKÎNEYA GERÎLA NAYÊ ZANÎN GÛMAN HENE

Herî dawî HPG’ê ragihand ku ji 26’ê Tîrmehê û vir ve li devera gundê Bêxme ya girêdayî navçeya Xelîfan têkiliyên wan bi komek gerîla ya ku ji 3 kesan pêk dihat qût bûye.

Tekildarî aqûbeta koma ji fermandarê eyaleta Xaxûrkê Serwer Serhat û du gerîlayan pêk dihat PDK berpirsyar tê dîtin.

Di vê mijarê de HPG’ê di daxuayaniya xwe de da zanîn ku ew li bendê ne PDK têkildarî bûyerê daxuyaniyekê bide.

Lê PDK çawa ku li himber hemû nerazîbûn û banga di hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bi israr di vê mijarê de jî bi bêdengiyê de israr dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv